Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koreke rêzgirtinê ji xebat û tekoşîna şehîd “Seyd Riza Dirûdger” û şehîd Çeko Rehîmî li welatê Swîdê bi rê ve çû

22:27 - 23 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Roja Duşemî berwarê 21’ê Gulanê Komîteya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê li welatê Swîdê û li bajarê Yutuboriyê, bi pişikdariyê Kurdên akinciyê wî bajarî û bitaybetî endam û alîgirên Hizba Demokrata Kurdiatanê, rêûresmeke pirse û sersaxiyê bo herdû şehîdên Hizba Demokrat “Serwan Çeko Rehîmî” û “Seyd Riza Dirudger” endamên rêberiya Hizba Demokrat, birêve bir.

Rêûresmê bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bêdengiyê bona rêz girtin ji canê pak ê hemû şehîdan û bitaybet Serwan Çeko Rehîmî û Seyîd Riza Dirûdger dest bi karê xwe kir.

Di beşa Duhemîn ya rêûresmê de, peyamên Komîteya Hizba Demokrata Kurdistanê li bajarê Yutuboriyê û peyama Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî ên Kurd û Kurdistanî li Yutobûriyê û herweha peyama Partiya Demokrata Kurdistanê Rêkxirawa Yutuboriyê hatine pêşkêşkirin.

Di beşa din ya rêûresmê de her du birêzan “Morad Qadirî” û “Mihemed Weledbêygî” derheq bi kesatî û kar û xebat û bandora wan du Şehîdan di qonaxên curbicur ên jiyana wan de, basek pêşkêşî rêûresmê kirin.

Piştre peyama malbata herdu şehîdên Sorxelat, ji aliyê birêveberê rêûresmê “Ferzad Celewzan” we hatine xwendin.

Di beşa din ya rêûresmê de bi şêweya dikyomêntar û ji rêya “Dataşo” yê ve rêûresma bi axê sipartin û peyamên rêberiya Hizbê hatine nîşandan.

Di dawiya rêûresmê de pişikdaran bi derbirîna hevxemiya xwe, sersaxî gotine Hizba Demokrata Kurdistanê û malbata herdu şehîdan Seyd Riza Dirudger û Serwan Çeko Rehîmî.