Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke Hizba Demokrat pişikdarî di konfiransa navdewletî ya “Hacî Qadir Koyî” de kir

22:29 - 23 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Heyeteke Hizba Demokrata Kurdistana Îranê li ser banghêşta fermî ya Serokatiya Zanîngeha Koyê, pişikdarî di Konfiransa navdewletî yê “Hacî Qadir Koyî” de kir.

Roja yekşemî berwarê 22’ê Gulanê li ser banghêşta fermî ya Serokatiya Zanîngeha Koyê, heyeteke Hizba Demokrata Kurdistana Îranê bi serokatiya Hesen Şerefî Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat, li Hola Serokatiya Zanîngeha Koyê amade bûn û di rêûresma vekirina Konferansa navdewletî yê Hacî Qadir Koyî de pişikdarî kir.

Konferansa yada 200 salî yê Hacî Qadir Koyî ku heyamê du rojan liser sê mijarên “Ziman û Edeba Hacî Qadir, aliyê Dîrokî û Rehend û Rewşengeriyê wî” birêve diçe, ji aliyê lêkoler, torevan û şarezayan ve, jiyan û helbestên Hacî Qadir Koyî dikevin ber bas.

Hacî Qadir Koyî serbarê vê ku helbestvaneke xwedî şiyan û mezin yê Kurdistanê di sedsala 19’an û bitaybetî piştî bidawîhatina Pergala “Mîrnişînan” bûye, roleke mezin liser geşekirin û serhildana hoşyariya netewî di serdemê xwe de lîztiye.

Konferansê roja 23’ê Gulanê bi pêşkêşkirina konsêrtekê li jêr navê “Aramî Ruh” dawî bi karên xwe anî.

15020.jpg