Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ li bajarê Mehabadê koça dawiyê kir

22:30 - 23 Gulan 2016

Kurdistanbmedia: Mam Hesen Îbrahîmî endamê PDKÎ, û xelkê Mehabadê xatirê xwe ji jiyanê xwast.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja Înê 31’ê Banemerê Mam Hesen Îbrahîmî endamê PDKÎ û kurê şehîd Qadir Axayê Çiwarga, di temenê 75 saliyê de koça dawiyê kir.

Navbirî wekî endamekî çalak ê PDKÎ di navxwe ya welat de, erkên xwe ên hizbî bi rê ve dibirin.

Termê Mam Hesen Îbrahîmî di nava girseya xelkê Mehabadê û dostên wî de bi axê hate spartin.

PDKÎ sersaxiyê li malbat û kesûkarên Mam Hesen dike, û xwe şirîkê xem û nerehetiya wan dizane.