Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Potîn sersaxî gote Beşar Esed

21:16 - 24 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Piştî vê ku DAÎŞ’ê êrîşeke giran bi teqandina trombêlên bombebarkirî kire ser hêzên Esed, Potîn sersaxî da Beşar Esed.

Li gora nûçeyan, nêzî 150 kesî di encama teqîna du tirombêlên bombebarkirî de, ku li dijî hêzên rejîma Beşar Esed li parêzgeha Laziqiye de pêk hat, jiyan axwe ji dest dan. Piştre DAÎŞ’ê berpirsyariya van teqînan girte stûyê xwe.

Saziya Çavdêr a Mfên Mirovan ragehand ku ew êrîşa bombeyî, êrîşa herî mezin ya DAÎŞ’ê li dijî hêzên Beşar Esed ji destpêka şoreşa Sûriyê ve heya niha bû.

Li gora serjimêriyan di vê êrîşê de, zêdetir xelkê sivîl hatin kuştin, heya leşkerên Beşar Esed.

Piraniya akinciyên “Laziqiyê” Elewî ne, û ji alîgirên rejîma Beşar Esed in.