Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“YE” liv û tevgerên xwe ên leşkirî li peravên Lîbiyê zêde dike

21:30 - 24 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Roja Duşemî berwarê 23’ê Gulanê wezîrên Karê Derve yên welatên Endam di “YE” de, di civîna xwe ya li Birûksêl a serbajarê Biljîkê de biryar dan ku, emeliyatên xwe ên leşkirî li peravên Lîbiyê berfirehtir bikin.

Welatên endam di “YE” liser vê yekê lihev kirin ku, serbarê perwerdekirina Garda Perav ya Lîbiyê, di şerê li dijî qaçax û bazirganiya bi çek û teqemeniyan de jî, piştevaniyê bidin welatê Lîbiyê.

Eva di demekê de ye ku heya niha keştiyên Awrûpayî li peravên Lîbiyê tu liv û tevgerek micit di vê derheqê de encam nedabûn.

Hate zanîn ku di bereberê birêveçûna civîna “YE” li Birûksêlê de, “Dewleta Yekitiya Netwî ya Lîbiyayê” di nameyekî de daxwaz ji “YE” kiribû ku, yekitiya wan di perwerdekirina hêzên ewlekariya Lîbiyê bona berbirûbûa Dewleta Îslamî li Bakûrî Lîbiyê, piştevaniyê bide wan.

Rojnameya “Êşpîgêl Anlaynê” ragehand ku, daxwaza serokwezîrê Dewleta Yekitiya Netewî li Lîbiyê bona perwerdekirina hêzên ewlekariyê yên Lîbiyê li hemberî Dewleta Îslamî, nikare here qonaxa cîbicîkirinê. Jiber ku nawendên ewlekariyê yê Awrûpayî, çend heyvan berî niha hoşdariya vê yekê dabûn ku dewleta Îslamî li lîbiyê û bitaybetî li bajarê “Sîrt”ê, û ji rêya deryaya Medîterane ve, bi belemên Misrî û Turkî, çek û teqemeniyan ji xwe re dabîn dike.

Lewra “Êşpîgil Anlyan” liser vê baweriyê ye ku Yekitiya Ewrûpayê hekî bixwaze dawiyê bi wê rewşê bîne, gerek di cihê derbazkirina koçberan de, hêzên xwe pirçek û amade bike da ku li hemberî qaçaxçiyan derkevin.

Eva di demekî de ye ku “NY” jî bona kontrolkirina bazirganiya bi çek û teqemeniyan li Lîbiyê, biryarnameyek amade kiriye, lê Rûsiya ku yek ji endamên Şêvra Ewlekariyê di rêkxistina “NY” de ye, ragehandiye ku, wî çaxî wê vê biryarnameyê bipejirîne ku, rêveberiya leşkirî ya li peravên Lîbiyê, bi destê “YE” be, ne bi destê NATO’yê.