Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Operasyona rizgarkirina Felûcê dest pê kir

21:32 - 24 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Spêdeya roja Sêşemî berwarê 24’ê Gulanê, qonaxeke nû ji operasyona rizgarkirina Felûce ya ser bi parêzgeha Enbarê dest pê kir.

Ev operasyon di demekî de ye ku serbarê vê ku rayedarên serbazî yê Îraqê ragehandin ku tenê Supaya Îraqê pişikdarî vê operasyonê ye, lê hinek çavkanî liser vê baweriyê ne ku, xincî odeya emeliyat ya Îraqê, odeyeke din jî di herêmê de kar dike ku, ji aliyê “Qasim Silêmanî” ve tê birêvebirin û rêkxistinên “Bedr” û “Tevgera Noceba” û “Heşda Şe’bî” têde hatine rêkxistin.

Eva ku operasyona rizgarkirin Qezaya felûce ji operasyonên din û bitaybet şerê Romadiyê de cuda dike, pişikdariya berfireh ya hêzên Heşda Şe’bî û çekdarên ser bi Îranê ne, jiber ku hikûmeta Heyder Îbadî û Îdareya Amerîkayê bi sedema rêgirî ji serhildana şerê mesebî, rê nedabûn ku Heşda Şe’bî pişikdariyê di şerê herêmên Suniyan de bike.

Hevdem Ehmed Esedî ku yek ji serkirdeyên paye bilind di nava Heşda Şe’bî bûye ragehand ku, nêzîk bi 10 hizar çekdarên Heşda Şe’bî pişikdariyê di operasyona kontrolkirina Felûcê de dikin.

Felûce bajarokek Suniyane ku heyama çendîn salane ku ku bûye pêgehek bihêz ya aliyên tundrev û binajûxwaz û ji ala 2014’an ve jî di bin kontrola DAÎŞ’ê de ye.

Li gorî amarên hêzên Amerîkî niha 500 heya 700 çekdarên Dewleta Îslamî di nava Felûcê de ne.

Operasyona kontrolkirina Felûcê serbarê vê ku di rewalet de bûye sedema dilxweşiya hikûmeta Îraqê, lê di rastî de bûye sedema dilgiraniya akinciyên wê yê Sune, jiber ku hebûna çekdarên ser bi Komara Îslamî ya Îranê û herweha destêverdanên rejîma Tehranê di Felûcê de gehîştiye ew qasê xwe.