Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamineyî li dijî têkdana civînan ji aliyê darûdesteyên xwe ve ye

21:52 - 24 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Xamineyî ragehandiye ku di salên pêşîn de, heya niha ew li dijî têkdana civînan bûye.

Li gora nûçegihaniyan navbirî ku di civînekê de digel xwendekarên kolêja efserî û perwerdehiya pasdarî de, bi boneya salvegera girtina Xuremşehrê, di 3’ê Cozerdan a sala 1361 (1982)’an de, ragehandiye ku: “Ez tu carî dige têkdana civînan ji aliyê hevhizrên xwe ve nebûme”.

Xamineyî îşare bi vê yekê kiriye, ku “Carna mirov û ciwanên ku renge salih û îmandar jî bin, bi sedema dijberiya digel kesekî yan dijayetiya digel civînekê hawar hawarê saz bikin, lê ez tu carî digel têkdana civînan nebûme, û dibe bi awayekî zanistî kar herin pêş”.

Rêberê rejîmê rohn nekiriye ku ew kes, çawa salih û îmandar in ku di nava civînan de aloziyan pêk tînin.

Xamineyî di 18’ê Pûşpera 1378 (1999)’an de, di dema nerizayetiya zanîngehan de, û êrîşa li ser zankoya Tehranê jî, bi rêtina rondikan, û lahî û dalahiyên bi qestî, daxwaz ji hêzêzn serkutkar kir, ku hekî wêneyên wî jî bidirînin, ew nabe tundûtîjiyê bi kar bînin, û ragehand: “Hekî bêhurmetiyan jî bi min bikin, ezê çavpoşiyê ji karê wan bikin”, eva di demekê de bû, ku bi dehan xwendekar li ser şeqaman û xevgehên xwendekarî de, ketin ber lêdan û girtinê, û heya li ser bane zankoyan jî, bo xwarê hatin firedan, ku ew kiruar her hemû jî ji aliyê alîgirên Xamineyî ve hatin encam dayîn, lê piştre berbirûyê tu cezadanekê jî nebûn.