Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di sala 2016’an de “Mela Exter Mensur” du caran serdana Îranê kiriye

23:43 - 25 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Kanala televizyonî ya “Dunya Niyûz” ya Pakistanê ragehand ku, belgeyên hewce di destê me de hene ku îspat dike, “Mela Exter Mensûr” di heyamên di navbera Şubat û Adar û herweha Nîsan û Adara îsal de, du caran serdana herêma “Tiftan” ya Îranê kiriye.

Her di vê derheqê de “New York Times”ê jî di raporeke xwe de ev yek piştrast kir ku Mela Exter Mensur bona çareseriyên pizişkî serdana Îranê kiriye û di dema vegeryanê li herêma Belûçistan ya Pakistanê, bûye armanca balafirên bê pîlot ên Amerîkayê û hate kuştin.

Piştî belavbûna nûçeya kuştina Mela Exter, îro 25’ê Gulanê berdevkê fermî yê girûpa Talîbanê nûçeya kuştina navbirî piştrast kir û hevdem ragehand ku “Heybetulla Axundzade” weke rêberê nû yê Talîbanê hatiye hilbijartin.

“Zebîhulla Mucahid” ragehand ku, ji niha pêve rêberiya Talibanê serokê berê yê dadgehên Talibanê wate “Heybetulla Axundzade” dike.

Berdevkê fermê yê Talibanê Zebîhulla Mucahid herweha zêde kir ku “Siracedîn Heqanî” û “Mela Mihemed Ye’qûb” ê kurê “Mela Mihemed Omer”y damezrênerê Taliban jî weke cîgirên Heybetulla Axundzade hatine hilbijartin.

Hêjayî basê ye ku “Siracedîn Heqanî” serokatiya “Yekîneya Heqanî” dike ku berpirsê piraniya teqînên “Kabolê” di salên derbazbûyî de bûye.