Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Urmiyê cihê karê Behayiyan hate polompkirin

23:48 - 25 Gulan 2016

Kurdistanemdia: Serbarê hewlên berdewam ên Behayiyan bona agehdarbûna ji sedema biryara hêzên ewlekariya rejîmê bona polompkirina cihên karê wan, lê hêzên ewlehiyê ew birya cîbicîkiirn, û dest bi polompkirina cih kar û kasibiya Behayiyan kirin.

Li gora nûçegihaniyan, di vê çarçoveyê de, zêdetir ji 28 cihên kar û kasibiyê ên hemwelatiyên Behyaî hatin polompkirin.

Ji aliyekî din ve, zêdetir ji 13 cihên din ên Behayiyan, li Qaimşehrê de jî hatin polompkirin.

Di salên borî de jî, gellek caran hêzên ewlekarî û Îtila’atî ên rejîmê dest bi polompkirina cihê kar û hata Behayiyan kirine.

Herçend vê carê çi nawendeke ewlehî yan Îtila’atî ên rejîmê sedema polompkirina van cihên kar û kasibiya Behayiyan bi wan ranegehandiye, lê di salên pêşîn de, bi sedema vê ku Behayiyan di rojên rêûresmên xwe yên mesebî de, dukanên xwe daxistine, lewra ketine jêr zext û givaşa hêzên ewlekarî û Îtila’atî ên rejîmê.

Di van rojên dawiyê de, behsa li ser Behayiyan germ bûye, bi taybetî piştî vê ku Faize Haşimî keça Haşimî Refsencanî serdana Behayiyan kir, û ew serdana navbirî bi tundî hate rexnekirin.