Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ di civîneke Ehmed Şehîd de beşdarî kir

23:54 - 25 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Civata Atlantîk li Waşingtonê de, bi armanca guherîna bîr û rayan li ser rewşa mafên mirov di Îranê de civînek bo Ehmed Şehîd Pêk anî.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, Civata Atlantîk li Waşingtonê de, bi armanca guherîna bîr û rayan li ser rewşa mafên mirov di Îranê de, civînek bo Ehmed Şehîd reporterê taybet ê NY bo pirsa mafên mirovan di Îranê de, û ji bo Dr. Hadî Qaimî serokê kempeyna navneteweyî bo mafên mirovan li Îranê, Sara Waytson berpirsa beşa Afrîqa û Rojhilata Navîn a rêkxirawa çavdêr a mafên mirovan, û Hale Îsfendiyarî lêkolerê ser bi nawenda navneteweyî ya Widro Wîlson, pêk anîbû.

Di vê civînê de, her hemû axavtinvan jî li ser vê baweriyê bûn, ku rewşa mafên mirovan di Îranê de ber bi xirabiyê ve çûye, û heriwsa guherîna mohreyên deshilatê jî nekariye ku rewşa mafên mirovan baştir bhike.

Hêjayî basê ye, ku nûnerê PDKÎ bo kongireya Neteweyên Îrana Fedferal li Amerîkayê, li dreveyî civînê de, digeê di gel axavtinvanan bi giştî û Ehmed Şehîd bi taybetî qise kir, û bala wan bo aliyê rewşa xirap ya mafên mirovan li Rojhilata Kurdistanê, rakêşa, û herwisa bas ji rewşa xirap ya aborî a Kurdistanê ûjiyana kolberan û metirsiya hebûna mînên çandî ji bo kolberan kir.

Nûnerê PDKÎ di beşek ji axavtina xwe de bas ji rewşa xirap ya girtiyên siyasî bi giştî û Kebûdwend bi taybetî kir, û daxwaz jê kir ku îznê nedin ku danûstandinên Tehranê digel Rojava bo programa navikî ya Îranê, pirsa mafên mirovan û gelên belengaz ên wî welatî ji bîr bibe, û div ê derheqê de îşare bi vê yekê kir, ku hemû demekê lihevkirina digel Rojava pêvajoya serkut û bidarvekirinê di navxwe ya welat de zêde kiriye, û di kêleka vê yekê jî, deshilatdarên Îranê, pêbendî xalên lihevkirinê nebûn, û nabin jî.

Ehmed Şehîd nûnerê PDKÎ xatircem kir ku ew gellek bi hûrî çavdêriya rewûa xirab ya mafên mirovan di Îranê de bi giştî û li Kurdistanê de bi taybetî dikin, û herwisa pêdagirî jî kir, ku ji riya xwe ve ewê hewl bidin, ku binpêkirina mafên mirovan li Îranê de zêdetir eşkere bikin,bona vê ku ew yek zextek be li ser deshilatdarên Îranê, da ku rêz ji mafên kêmaniyên ayînî û neteweyî bigrin, û giringiyê bidin yasa û pîvanên navneteweyî.