Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fîgaro: Rêberên Elqa’îdê tevlî Cibhet El-nusre bûne

21:30 - 26 Gulan 2016

Kurdistamedia: Hinek ji wan fermandarên Elqa’îdeyê ku ji girtîgehên Îranê derketine, tevlî Cibhet El-nusre bûne.

Li gora nûçeyeke rojnameya Fîgaro, pênc kadrên pêşîn ên Elqa’îdeyê ku kesên bibandor di nav Elqa’îdê de bûn, bi tevlîbûna Cibhet El-nusre dikarin hêz û şiyana vê rêkxirawê çend qat zêdetir bikin.

Yek ji wan kesan, Sêyf El-‘edl e, ku endamê şêvra berpirsyarên birêvebiriyê yê Elqa’îdê, û kesê yekem ê berpirsyarê parastina ewlehiya canê “Usame Bin Ladin” bûye, û herwisa pilana gellek ji kiryarên terorîstî jî, heya sala 2001’an darêtiye.

Ji aliyekî din ve Wezareta Parastinê ya Rûsiyê roja Çarşemiyê ragehand ku wan êrîşa esmanî ya li ser Cibhet El-nusre di Sûriyê de ragirtiye.

Vê wezaretê di daxuyaniya xwe de ragehand, ku hinek ji girûpên çekdar di herêma Dîmeşq û Helebê de, daxwaza ragirtina êrîşên esmanî kirine.

Rûsiyê hefteya borî ji hevalbendiya bi serokatiya Amerîkayê daxwaz kiribû, da ku êrîşên esmanî ên hevbeş li dijî dijberên çekdar ên Sûrî û bi taybetî Cibeht El-nusre hebin. Lê Wezareta Karê Derve a Amerîkayê hercure operasiyoneke hevbeş digel Rûsiyê, di Sûriyê de ret kir.