Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke PDKÎ di rêûresma sersaxiyê ya Simayîlaxa Îlxanîzade de beşdarî kir

21:31 - 26 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Heyeteke PDKÎ beşdarî di rêûresma sersaxiyê ya yadigareke Komara Kurdistanê de kir.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanemdia, rêûresma sersaxiyê ya ya Simayîlaxa Îlxanîzade bi beşdariya heyeteke hizbî li baregeha nawendî a Komeleya Zehmetkêşan de bi rê ve çû.

Di vê rêûresmê de, rêzdar Hesen Şerefî cihgirê sekreterê giştî digel heyeteke hizbî sersaxî li kesûkar û malbata xwedê jêrazî û bi taybetî kak Omer Îlxanîzade, kurê navbirî kiri.

Hecî Simayîlaxa Îlxanîzade roja Yekşemiyê 2’ê Cozerdanê, di temenê 114 saliyê de, û piştî bi salan xebata ji bo rizgariya gel û nîştimana xwe, li bajarê Bokanê de koça dawiyê kir.

Navbirî Wezîrê Veguhastinê yê Komara Kurdistanê û yek ji nivîskarên Kovara Nîştiman bû. PDKÎ bi vê boneyê ve peyameke sersaxiyê jî belav kiriye.

15042.jpg