Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Herdu meclisên Nûneran û Sena ya Amerîkarê, reşnûsa tehrîmên nû bo ser rejîma Tehranê amade dikin

21:37 - 26 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Seba piştevaniya ji terorîzmê û binpêkirina mafê mirovan, her du Meclisên Nûneran û Senaya Amrîkayê mijûlî amadekirina reşnûsekê ne bona sepandina tehrîmên nû bo ser rejîma Îslamî ya Îranê.

Endamên her dû meclisan liser vê baweriyê ne ku, rejîma Komara Îslamî ya Îranê bi ceribandina Mûşekên Balistîk, rêkevtina tevî welatên 5+1 binpê kir.

Hewdem roja Çarşemî berwarê 25’ê Gulanê karbidestên hukûmeta Barak Obama Ragehandin ku, wê dijatiya wan tehrîman bikin ku bibin tehlûk bo ser “Bercam “ê.

“Adam Zûbîn” cîgirê demkî yê Wezareta Xezanedariya Amerîkayê di Karûbarê Terorîsm û Zaniyariyên Malî de, di civîna Komîteya Têkiliyên derve yên Meclisa Nûneran de ragehand ku, hekî raşnûsa tehrîmên nû bo ser Îranê, ew soz û pêbendiyên ku me di rêkewtina “Bercam”ê de dane, biçin jêr pirsyarê, wî çaxî wê kêşesaz be.

Piraniya endamên Komarîxwaz ên Meclisa Nûneran û herweha beşek ji endamên Demokrat li dijî “Bercam”ê ne. Lewra wan kariye ku dengên hewce bona retkirina vê rekewtinê bi awayekî ku hukmê “Vêto” ya serkomar jî ret bikin, bidest xistine.

Eva di demekî de ye ku hêj rejîma Îslamî ya Îranê bi sedema pirogramên leşkirî û piştevaniya ji terorê û herweha binpêkirina berfireh yê mafê mirovan, armanca tehrîmên “YE” û Amerîkayê ye.