Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pilînoma 13’mîn ya Komîteya Nawendî ya HDKÎ bidawî hat

22:05 - 26 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Komîteya Nawndî ya HDKÎ di civîna xwe de rewşa siyasî ya herêmê nirxand û biryar li ser karûbarên pêşiya xwe de da, û her di vê derheqê de Deftera Siyasî ya Hizba Demokrat daxûyaniyek belav kir.

Di despêka daxûyaniyê de hatiye ku pilînomê demjimêr 9’ê sipêdeya roja Sêşemî berwarê 24’ê Gulanê bi ragirtina deqeyek bêdengiyê bona rêzgirtin ji canê pakê şehîdan, bitaybetî şehîdên vê dawiyê yên Hizb û gel, Serwan Çeko Rehîmî Endamê Komîteya Nawendî û herweha Seyîd Reza Dirudger endamê berê yê Komîteya Nawendî yê Hizba Demokrata Kurdistanê dest bi karê xwe kir.

Di beşa yekemî ya karê pilînomê de sekreterê giştî yê Hizba Demokrat Mistefa Hicrî basek liser guherînkariyên vê dawiyê çi li Îranê û çi li peywendî digel pirsa Kurd li her beşeke Kurdistanê, pêşkêş kir.

Derheq bi Kurdistana Rojhilat de amaje bi pîlanên rejîmê di dema hilbijartinên Meclisê de, û nakokî çêkirina di navbera her du netewên Azerî û Kurd li parêzgeha Urmiyê de kir ku, asewar û paşmaweyên we hêj xûya dikin ragehand ku, hewce ye ku bona jinavbirina wan nakokiyan û pakkirina şûnvarên wê, hewlên hewce bihên dayîn.

Herweha di basa sekreterê giştî yê Hizba Demokrat de îşaret bi dengdanewe û rengdaneweya peyama Newrozî yê Hizba Demokrat di wî cih û di wî demî de, hate kirin û tekez liser encamên wê û karkirin bona gehîştin bi wan armancan hatekirin ku, di naveroka wî peyamî de hatibûn.

Derheq bi dijkiryarên xelkê Kurdistanê bi taybetî li herîmên sînorîn, li hemberî daxistina sînoran ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve tevî Herêma Kurdistanê, ku di encam de paşekêşeya rejîmê bi dû xwe re anî, bi kiryarek berhemdar da zanîn û nîşan da ku hêza yekdeng û yekgirtî yê xelkê Kurdistanê, dikare rejîmê ji beşek ji pîlan û siyasetên xwe yê şaş û qirêj, paşgez bike.

Di beşeke din ya karê pilînomê de, careke din bas ji pêkhateya organên hizbê bi liberçavgirtina rewşa nû û bernameya tekoşîna hizbê hate kirin, û pişikdarên pilînomê jî nêrînên xwe di vê derheqê de xistin ber bas.

Beşa dawiyê ya pilînomê basek bû sebaret bi kongireya 16’mîn yê Hizba Demokrata Kurdistanê.

Di vê derheqê de jî bas û nêrînên pişikdarên pilînomê û herweha endamên Komîteya amadekar yê kongireyê hatin diyarîkirin û hatin rasipartin ku bona amadekarî û cîbicîkirina karên têkilîdar bi kongireyê, dest bi kar bin.

15053.JPG

15050.JPG

15051.JPG

15052.JPG