Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Newrozî ya Hizba Demokrat roj bi roj rejîma Îslamî ya Îranê zêdetir dixe bin givaşê de

22:13 - 26 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Peyama Newroziya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê derheq bi xebata nû di rasetaya girêdana xwebata Şar û çiya bi hevre, ku liser sînorên di navbera Kurdistana Bşûr û Kurdistana Rojhilat de hate pêşkêşkirin, roj bi roj rejîma Komara Îslamî ya Îranê ngîrantir dike û li hejmara hêzên xwe di Kurdistanê de zêde dike.

Her di vê derheqê de vê carê rejîma Îslamî ya Îranê li herêma “Jawero” ya ser bi bajarê Sine û bitaybet li gundên “Tewrîwer” û “Gelkên” ê hêzeke mezin di nava çadiran de cihgîr kiriye.

Ev hêza ku ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve li wan deveran hatiye bi cihikirin, xwediyê hejmareke zêde ji çekên giran û nîv giran e.

Hêjayî basê ye ku piştî cihgîrkieina wan hêzan, hêzên rejîmê rê li hatin û çûyîna xelkê deverê bo wan deran girtiye.

Eva jî bûye sedema nîgeraniya xelkê deverê, û şahidên bûyerê dibêjin ku ev hêza ku li wir cihgîr bûye, jiyana wan bi şev û roj tal kiriye.