Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meclisa Dehemîn ya rejîma Komara Îslamî dest bi karê xwe kir

21:53 - 28 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Îro serê sibê 28’ê Gulana 2016’an, bi pişîkdariya Elî Xamineyî û Hesen Rûhanê û Qasim Silêmanî û herweha hejmareke berçav ji rayedarên rejîmê, Meclisa Dehemîn ya Komara Îslamî yekemî civîna xwe lidar xist.

Di rêûresma destbikarbûna Meclisa rejîmê de, despêkê de peyama rêberê rejîmê Elî Xamineyî ji aliyê Mihemed Gulpayêganî ve hate xwendin û piştre Hesen Rûhanî yê serkomar jî gotarek pêşkêş kir.

Di peyama rêberê rejîmê de îşaret bi vê yekê hatiye kirin ku rewşa herêmê rewşek aloz û “Tûfanî” ye û hevdem rewşa Îranê jî “Aloztrir ji berê” ye.

Xamineyî di peyama xwe de daxwaz kir ku “Meclisê bikin çeperek qahîm li hemberî pîlan û zêdexwaziyên Êstêkbara cîhanî”.

Xamineyî herweha di peyama xwe de pêdagirî liser du mijarên weke “Bi armancgihandina Aboriya xweragir”(Êqtêsadê Moqawêm) û herweha “Hewleke ducarî bona Perepêdana bingehîn ya çanda Îslamî” kir.

Di roja yekemî ya destbikarbûna Meclisa Dehemîn de, ji 290 nûnerên seranserî Îranê, 265 nûner pişikdar bûn.

Nawendên nûçegihaniyê yên ser bi rejîma tehranê Ragehandin ku di rêûresma destbikarbûna Meclisa rejîmê de, xincî Elî Xamineyî û Hesen Rûhanî, gellek karbidestên paye bilind ên weke Qasim Silêmanî, Elî Larîcanî, Elîekber Wêlayetî, Mihemed Gulpayêganê yê serokê Ofîsa Elî Xamineyî, Xulamelî Hedad, Ehmed Cenetî, Haşimî Refsencanî, Sadiq Larîcanî û Hesen Xumeynî pişikdar bûn.