Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seba çalakiyên Qasim Silêmanî di Îraqê de, Erebistanê bertek nîşan dan

22:10 - 28 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Erebistana Si’ûdî seba pişikdariya “Qasim Silêmanî” di şerê Îraqê de bertekê tund nîşan dan.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, “Adil Elcubeyr” Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Erebistanê di hevpeyvînekê tevî Kanala “Rûsiyê Êmrûz” (Rûsiya Îrao) de ragehand ku, “Qasim Silêmanî, Sipaha Pasdaran û Sipaha Quds di lîsteya terorî de ne”.

Navbirî herweha li hemberî pişikdariya “Qasim Silêmanî” di şerê Îraqê de helwêstek tund nîşan da û ragehand ku, “Sipaha Pasdaran li seranserî cîhanê bi giştî kiryarên dijberane û xirabkarane encam dide”.

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê “Cabir Ensarî” jî li hember gotinên “Adil Elcubeyr” de ragehand ku, “Erebistan piştevanî herî metirsîdar yê terorîzmê ye di cîhanê de.”

Ensarî di hevpeyvîna tevî nawendên nûçegihaniyê ên rejîmê de ragehand ku, “Pişikdariya Qasim Silêmanî û çekdarên Îranî di şerê Îraqê de, liser daxwaza Îraqê bûye”.

Qasim Silêmanî yek ji fermandarê Sipaha Pasdarên rejîma Îslamî ya Îranê ye ku di şerî Sûriye û Îraqê de pişikdariyekî berçav heye.

Hewceyî basê ye ku têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Komara Îslamî û Erebistanê, di heyva Çileya Paşîn de û piştî êrîşa alîgirên rejîmê bo ser balkyozxaneya Erebistanê, hatin sekinandin û tu peywendiyek dîplomatîk di navbera wan de nema.

Aloziyên di navbera wan du welatan bûye sedem ku, ji aliyê deshilata Erebistanê ve rê nehê dayîn ku Heciyên Îranî bi merema bicih anîna ferziyeya “Hec”ê, serdana Erebistanê bikin.