Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pilînoma 13’mîn ya Hizab Demokrat bidawî hat

22:14 - 28 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Komîteya Nawendî ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê di civîna xwe de rewşa niha ya herêmê nirxand, û biryar li ser karûbarên pêşiya xwe de da.

Bi vê boneyê ve Deftera Siyasî ya Hizba Demokrata Kurdistanê di daxûyaniyekê de îşare bi naveroka basên pilînoma Komîteya Nawendî kir ku deqa daxûyaniyê bi vî awayî ye:

Daxûyaniya Deftera Siyasî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
Komîteya Nawendî ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê roja Sêşemî berwarê 4’ê Cozerdan a sala 1395’an a Rojî, beranber bi 24’ê Gulana sala 2016’an a Zayînî, 13’mîn pilînoma xwe lidar xist.

Pilînomê demjimêr 9’ê spêdê bi ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtin ji canê pak yê şehîdan bitaybetî şehîdên vê dawiyê yên hizb û gel Kak “Çeko Rehîmî” Endamê Komîteya Nawendî û Kak “Seyîd Riza Dirûdger” endamê berê yê Komîteya Nawendî ya hizbê, karê xwe li gorî destûra karê pilînomê dest pê kir.

Di beşa yekemîn ya karê pilînomê de Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat Mistefa Hicrî basek li ser guherînkariyên vê dawiyê çi li Îranê û çi jî di peywendî digel pirsa Kurd li her parçeyekî Kurdistanê de pêşkêş kir.

Di basa Sekreterê giştî de, û li peywendî digel Îranê de, amaje bi vê yekê hate kirin ku aboriya rejîmê piştî lihevkirina Komara Îslamî tevî welatên 5+1(Bercam) her weke berê bêserûber û bi rêjeyeke kêm nebe, ber bi başiyê ve neçûye. Bankên mezin û naskiriî ên cîhanê bi parêz ve riftarê digel Komara Îslamî dikin û li gorî çavnihêriyên rejîmê hevkariyê digel Komara Îslamî nakin, lewra nîgeranî bi ciyawaziyeke kêm digel berî “Bercam”ê her di cihê xwe de ne.

Di peywendî digel mijarên navxweyî ên Îranê de bas li netebabûna bertek û biryarên Xamineyî tevî dewlet û şexsê Hesen Rûhanî hatibû kirin, û di hinek mijarên girîng de bi tewahî li dijî hevdu ne, û di basê de, îşare bi çend mînak ji wan mijaran hate kirin.

Têkelbûna Komara Îslamî di şerê Sûriyê de, û berevaniya ji Beşar Esed, xincî vê yekê ku rûçikê rejîmê li ber çavên bîrûraya giştî yê xelkê Sûriyê û tenanet welatê Erebî yên herêmê qirêjtir kiriye, zêdebûna rêjeya kuştî û birîndarên hêzên ser bi rejîmê di Sûriyê de, di navxweyî Îranê de jî bûye sedema serhildana dengên nerazî.

Herweha hevdem digel rakirina beşek ji tehrîman, li gorî siyaset û bertekên rejîmê derheq bi mûşekên Balistîk û nîgeraniya Rojava û Amerîkayê di vê derheqê de, dorpêçên nû berbirûyê Îranê dikin.

Derheq bi Kurdistana Rojhilat, basê îşare bi pîlanên rejîmê di dema hilbijartinê Meclisê, û nakokî sazkirina di navbera her du netewên Kurd û Turkên Azerî de li parêzgeha Urmiyê de kiribû, ku şûnwarên wan nakokî çêkirin û tevdanîkariyan, niha jî her xûya dikin û hewce ye bona jinavbirina van nakokiyan û jinavbirina şûnvarên wê, hewlên hewce bêne dayîn. Herweha di behsa Sekreterê Giştî de amaje bi rengvedan û dengvedana peyama Newrozî ya Hizba Demokrat di wî çaxî û wî cihî de hatibû kirin, û tekez li ser birêvebirin û hewildan bona gehîştin bi wan armancan hatekirin, ku di naveroka wî peyamî de hatibû.

Derheq dijkiryara xelkê Kurdistanê, bi taybetî di herêmên sînorî de, di hemberî biryara Komara Îslamî li ser daxistina deriyên sînorî digel Herêma Kurdistanê de, ku paşekêşeya rejîmê li pey xwe hebûye, weke kiryareke berhemdar hesiband, ku pêla yekgirtî ya xelkê Kurdistanê dikare rejîmê ji beşeke pilan û siyasetên wê yên xirabkarane paşve vegerîne.

Îşare bi rewşa Kurd di Bakura Kurdistanê de jî hatibû kirin, û îşare bi van xisaran hatibû kirin, ku di encama vî şerî de berbirûyê xelkê wî welatî û Kurdan li Bakur de bûye. Ew yek jî encama vê pêşbîniyê bû ku ragirtina rewta aştiyê di vî welatî de nikare armanca çi aliyekî bîne cî, û berevajî xisareke cubrannekirî pêk tîne, lewra em niha daxwazê dikin, ku dawî bi vê rewşa aloz û pirr zirar bîne, û hewla destpêkirina aştiyê herçend ku lawaz jî be, bigihîje encamê.

Di vê berhevdanê de, bas ji aloziyên di Îraqê de, û bas ji Herêma Kurdistanê jî hatibû kirin, û bas ji vê jî hatibû kirin, ku Kurd li Îraqê, piştî rûxana rejîma Sedam Husên roleke berçav di avakirina hikûmeta Îraqê û pêkvejiyana bi dûr ji kêşe û aloziyan de lîst, lê mixabin ku deshilata nawendî di derheq pirsa Kurd di vî welatî de,ne hevbeşiya rasteqîne berçav girt, û ne jî girîngî bi yasaya bingehîn ya Îraqê da, belku roj bi roj hewl da ku deshilata Herêma Kurdistanê kêm bike, û amadebûna Kurdan li Bexdayê de kêmreng bike, û di vê derheqê de, herêmê digel kêşeyan berbirû bike. Niha kêşeyên di navbera herêm û Bexdayê de nehatine çareserkirin, û kêşeyên navmala Bexdayê jî dest pê kirine, û nakokiyên di navbera hêzên Bexdayê de gihaye xwenîşandanan, û heya kuştin û birîndarkirin û girtina xwenîşanderan, lewra dûr e ku bi van zûyane rewşa Îraqê asayî bibe, û kêşeyên digel Herêma Kurdistanê çareser bibin. Lewra Îraq digel guherînên nîgatîv berbirû ye, û pêşerojeke rohn jê re nahê xuyakirin.

Di basa sekreterê giştî de, ew encama hatibû girtin, ku serbarê hemû hewleke navneteweyî bona çareseriya rewşa xirap ya Sûriyê, dûredîmeneke baş tuneye bona bidawîhatina şer, bi taybetî tevlîbûna Komara Îslamî bi vî şerî, û hinek aliyên din jî pê re, rewş dijwartie kiriye. Rewşa Kurdan jî di vî welatî de, serbarê şerê wan li dijî DAÎŞ’ê zelal nine, ne deshilata nawendî di Sûriyê de, mafê Kurd qebûl dike, û ne jî opozisyon awirekê li rola Kurdan û daxwaziyên wan dide, û ne jî Kurd di vî welatî de yekgirtî ye.

Yekîtiya Kurd, bi berçavgirtina dîtingeha pozetîv ya Ewropian li ser pirsa Kurd li Sûriyê, dikare li ser qedera Kurd di Sûriyê de bi bandor be.

Di beşeke din da, cardin behs li ser pêkhateya organên PDKÎ, bi berçavgiritina rewşa nû, û pirograma tekoşîna PDKÎ hate kirin, û beşdarên pilînomê boçûnên xwe li ser vê mijarê behs kirin.

Beşên dawiyên ên karê pilînomê basek bûn li ser kongireya 16’ê ya PDKÎ. Di vê derheqê de jî piştî behsa li ser vê mijarê, endamên komîteya amadekirina kongirê hatin diyarîkirin, û hatin erkdarkirin ku bona amadekarî û cîbicîkirina karên pêwendîdar bi kongirê dest bi kar bin.

Pilînoma 13’ê ya Komîteya Nawendî ku bi beşdariya endamên sereke, endamên cihgirê Komîteya Nawendî û nûnerê komîteya karûbarên PDKÎ li derveyî welat pêk hatibû, demjimêr 6’ê êvariya heman rojê dawî bi karên xwe anî.

PDKÎ
Detera Siyasî

05.03.1395
25.05.2016


15053.JPG

15050.JPG

15051.JPG

15052.JPG