Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Rûhanî dîsan sozên nû dane xelkê Urmiyê

21:34 - 30 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Îro Hesen Rûhanî serkomarê rejîma Îranê gihîşte bajarê Urmiyê, û bi dana diruşmên dubare û çendbare, xelkê Urmiyê wekî xelkê netirs û sînorparêz bi nav kir.

Hesen Rûhanî serkomkarê rejîma Îranê, bas ji şanaziyên xekê vê herêmê kir ku karîne bi parastina sînoran, û bi beşdariya berçav ya vê carê di hilbijartinan de şanaziyan bikin para xwe.

Wî bas ji vê kir ku li derdora me şer û fitne û birakujî û tayifegerî û şerê mesebî heye, lê li Îranê aramî û ewlehî heye,helbet bas ji vê nekir ku ew bi riya Qasim Silêmanî fermandê Hêza Quds çi roleke nîgatîv û xirabkarane û têkderane di welatên herêmê û bi taybetî li Îraq û Sûriyê de dilîzin, û agirê şerê mesebî xweş û geş dikin.

Wî her çawan ku pêştir soz dabû ku rewşa aborî baş bike, lê me çi geşekirineke aborî nedît, vê carê jî bas ji vê kir ku emê ji sînorê Temerçîn heya Bazerganê aboriya xelkê baş bikin.

Rûhanî herwisa got:“Emê bi girîngîdana bi kertê çandiniyê, 12 hezar derfetên kar pêk bînin, da ku xelk ji dest bêkariyê rizgar be, û emê bi vî karê xwe bi qasî 200 hezar ton berhemên çandiniyê zêde bikin, û 15 hezar hiktar ji erdên cotkariyê, bi sîstemên pêşketî û modern ên çandiniyê ve girê bidin.

Navbirî bas ji hewlên xwe bo vejiyandina behra Urmiyê jî kir, û got: “Behra Urmiyê 120 cm kêm kiribû, lê min qewl dabû xelkê Urmiyê ku ez Behra Urmiyê ji mirinê rizgar bikim, lewra min qewlê xwe bi cih anî, min karî 10 cm ava behra Urmiyê li çav sala 1392’an zêd ebikim, û niha jî em di nava hewlên berdewam de ne bo zêde ava bihra Urmiyê.

Hesen Rûhanî di demekê de serdana Urmiyê dike, û bas ji xizmeta dewletê bi vî bajarî dike, ku di vî bajarî de jî, wekî bajarên din ên Kurdistanba Rojhilat xelk ji destê belavkirina madeyên hişber ji aliyê kirêgirtiyên rejîma wan bi xwe ve dinalînin, û piştre jî para wan, bedela rewşa baş ya aborî û dahateke navgîn, bûye girtin û îşkence û îdam, û li ser sînoran jî kolber li ber bêkariyê riyên zehmet û asê didin pêşiya xwe, lê bi bê girtin û lêpirsîn, dibin armanaca gulleyan, û kes jî di vê derheqê bi sedema kuştina kolberên Kurd nahê girtin û cezakirin. Kêmtirîn pêngav heta di çarçevoya yasaya bingehîn ya rejîmê de jî, bona çareseriya pirsa neteweyî nehatiye hilgirtin, ku ew yek bi başî diselimîne, ku hemû gotinên wan tenê sozên pûç û vala ne, û bona xapandina xekê û rakêşana wan ber bi aliyê sîstema wilayeta feqîh in.