Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Metirsya mirinê lise Kebûdwend e

21:40 - 30 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Canê Mihemedsidîq Kebûdwend , girtiyê siyasî yê Kurd di metirsiyê de ye.

Li gorî nûçeya gehiştî destê Kurdistanmedia yê, Mihemedsidîq Kebûdwend ku ji sala 2007’an ve bi tawana berevanî ji mafê mirovan û li jêr navê “Dijatiya Ewlehiya Welat” ve, ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye binçavkirin, heyamê 20 roj ne ku ketiye nava gireva biçîbûnê de û metirsya mirinê liser wî ye.

Derheq bi rewşa ne baş yê Mihemedsidîq Kebûdwen, rêkxistina Berevanî ji Mafê Miro ya Kurdistanê, roja Yekşemî berwarê 29’ê Gulanê daxûyaniyek belav kir ku têde ragehand ku:

Li gorî nûçeyên herî dawiyê, bi sedema dabezîna “Fişara Xwînê” ku di encama gireva birçîbûnê de çê bûye, Mihemedsidîq Kebûdwend “Bê Hiş” ketiye û egera vê yekê heye ku di beşa çavedêriyê ya taybet di nexweşxaneya “Taliqanî” bê ragirtin.

Pizîşkên taybet ragehandine ku hekî bê û gireva birçîbûnê berdewam be, egera jikar ketin an ku sekinîna dil yê Mihemedsidîq Kebûdwend heye.
Daxûyanî di dirêjiyê de dibêje ku “Mihemedsidîq Kebûdwend” bi sedema wan tometên vê dawiyê û herweha birêvenebirina madeya 134 ya yasaya nû ya tawanan derheq bi xwe, ji roja 8’ê Gulanê ve dest avêtiye gireva birçîbûnê û wan tometan ret dike û hevdem daxwaza serbest derdanê dike.