Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesatiyekî naskirî li bajarê Mihabadê koça dawiyê kir

21:53 - 31 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Kesatiyê naskirî yê bajarê Mihabadê “Qadir Ehmednijad” koça dawiyê kir.

Li gorî nûçeya gehiştî destê Kurdistanmedia yê, roja Çarşemî berwarê 25’ê Gulanê Qadir Ehmednijad Kurê Ebdulla xelkê “Kîselan” a ser bi bajarê Mihabatê di temenê 69 saliyê de koça dawiyê kir.

Qadir Ehmednijad babe Silêman Ehmednijad kadrê berê yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê û herweha birayê Kerîm Ehmednijad e, ku pitir ji 20 salan pêşmergê Hizba Demokrat bû.

Navbirî 4 salan berî niha li bajarê Koyê ya ser bi Kurdistana Başûr, bi awayekî nediyar bêser û şûn hate kirin.

Malbata kak Qadir di salên 1967-1968’an de(1346-1347) hertim binkeya Mo’îniyan ş Simayîl Şerîfzade û gellek şoreşvanên din bûye, û herweha piştî şoreşa gelên Îranê di sala 1978’an de jî, rasterast dibe endamê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê û berdewam mala wî weke meqerekî bo pêşmergên Hizba Demokrat dihat hesibandin.

Navbirî pitir ji 10 caran ji aliyê dar û desteyên rejîma Îslamî ya Tehranê ve dikeve bin azar û îşkenceyê, û herweha 2 caran bi qasê 10 milyon û 20 milyon Tûmenî hatiye cerîmekirin.

Sala 2008’an jî, ji aliyê kirêgirtiyên rejîmê ve milk û male wî bi tewahî tê dagîrkirin û pezê wî jî, bi talan bo gundê “Mîrîsê” tê veguhaztin.

Hizba Demokrata Kurdistana Îranê bi vê boneyê we sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kesûkarên navbirî, û xwe di xem û kovana jidestçana wî de pişikdar dizane.