Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diya şehîdekî riya rizgariya Kurdistanê koça dawiyê kir

22:14 - 31 Gulan 2016

Kurdistanmedia: “Tûba Silêmanî” diya şehîd “Ebdullah Emînzade” xelkê gundê “Şaranî” ya herêma Merîwanê koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja Sêşemî 11’ê Cozerdanê, “Tûba Silêmanî” hevjîna şehîd “Rehman Emînzade” û herwisa diya şehîd “Ebdullah Emînzade” xelkê gundê Şaranî ya herêma Merîwanê, di temenê 84 saliyê de bi sedema pîrbûnê koça dawiyê kir.

Tûba Silêmanî jineke welatparêz û dayîkeke dilsoj ji bo hemû pêşmergeyên PDKÎ bû. Navbirî heya dema koçkirinê jî, emegdar bû bi rê û şopa şehîdan û hizba xwe. Termê pîroz ê navbirî di nava girseya xelkê de bi axê hate spartin.

Şehîd Rehman Emînzade di sala 1329 (1950’î) de di gundê Şaranî a Merîwanê ji dayîk bûye, û endamê PDKÎ bûye, û di meha Cozerdana sala 1365 (1986)’an de li bajarê Merîwanê hate îdamkirin, û tirba wî jî di gundê Şaranî de ye.

Şehîd Ebdullah Emînzade jî, di sala 1343 (1964)’an de, li gundê Şaranî ya Mehabadê de ji dayîk bûye, û cihgirpelê “pel”eke pêşmergeyan bûye, ku di 19’ê Rêbendana 1361 (1982)’an de, li cihekî bi navê “Dirawe Pêçûn” di şerekî qehremanane de, li dijî dagîrkerên Kurdistanê şehîd dibe, û tirba wî jî li “Taleweran” e.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kes û karên “Tûba”xanimê, û xwe bi hevparê xema wan dizane.