Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bangewaza HDKÎ bona serbestberdana girtiyên siyasî

22:42 - 2 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Hizba Demokrata Kurdistana Îranê di bangewazekî de, daxwaza azadiya girtiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de, bitaybet Mihemed Sidîq Kebûdwend kir.

Eva jî deqê daxûyaniyê de:

Bangewazek bo azadiya girtiyên siyasî
Hemwelatiyên mafxwaz !
Gelên zulmlêkirî yên Îranê !
kor û komelên navnetewî !


Her weke di medyayên giştî de hatiye belavkirin û bîrûraya giştî jî, jê haydar e, Mihemed Sidîq Kebûdwend berpirsê rêkxirawa Dakokî ji Mafê Mirovan a Kurdistanê, ku di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de heyamê 9 salane binçave, û di vê heyamê de serbarê wan hemû tohmet û boxtanên ku pê re hatine kirin, ji gelek mafên despêkî ên miroveke siyasî û destbiserkiriî, hatiye bêparkirin, û di girtîgehê de rastî gelek nesaxiyan hatiye.

Serbarê vê, îsal jî careke din tomet û boxtanên nû pê re hatine kirin, bona vê ku yasayeke rejîmê ku hukmê hebsa girtiyan kêm dike, navbirî negire.

Evana hemû bûne sedema zulma zêdetir liser navbirî, û navbirî jî dest avêtiye nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî wan sitemkariya çend qatî.

Li gorî nûçeyên belavbûyî Mihemed Sidîq Kebûdwend ji roja 19’ê Banemerê ve, dest avêtiye gireva birçîbûnê û daxwaza hiloşandina hukmê nerast û nerewa û sepandî bi ser xwe de dike.

Eva ku ron û eşkere ye, di nava sîstema Komara Îslamî ya Îranê de, tu buhayek bi canê mirovan, azadî û kerameta mirovan nahê dayîn.

Rejîma Wêlayeta Feqîh li seranserî Îranê li dijî azadî û mafê mirovan, destê xwe li çi tawanekî naparêze, bitaybetî di nava netewên bindest, tawan û sitem çend qat zêdetir e.

Di nava hemû neteweyên di Îranê de, xortên cesûr û azadîxwaz ên wan netewan hene ku, Komara Îslamî bi salan ew xistine nava zîndanên xwe de, û di nava netewa Kurd de jî hejmareke zêde li maf xwazên Kurd niha jî di girtîgehên vê rejîmê de, bi barimte hatine girtin, lewra dengê nerazîbûna Mihemed Sidîq Kebûdwend yê li dijî zulm û zurdariya rejîmê, dengê hemû girtiyên siyasî ên Îranê û bitaybetî, netewa Kurd e ku daxwaza azadî û jiyaneke mirov tewer dikin.

Em weke Deftera Siyasî ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, serbarê piştevaniya ji daxwazên Mihemed Sidîq Kebûdwend, bona azadî û nehêlana zulm û bêdadiyê ya liser navbirî, piştevaniyê ji azadiya hemû girtiyên siyasî yên netewên Îranê û bitaybetî, netewa Kurd dikin.

Em daxwazê dikin ku, bilez Mihemed Sidîq Kebûdwend ji girtîgehê serbest bê berdan.

Di pêxema serxistina vê daxwaz û piştevaniyê, em daxwazê ji hemû endam û alîgirên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê dikin ku, çalak bin û bi her awayekî ku dikarin û derfeta wan hebe, di vê pêxemê de bixebitin.

Hinek ji wan çalakiyên ku dikarin bikin bi vê awayî ne:

1- Xistinekar a kempeynên taybet bi komkirina vajûyan bo serbestberdanba Mihemed Sidîq Kebûdwend.

2- Li bajarên Kurdiatana Başûr û li bajarê Awrûpayê, endamên HDKÎ di pêxema gihandina dengê azadîxwaziya girtiyên siyasî ên Kurd û bona piştevaniya ji daxwazên wan, çalakane hewlê bidin.

3- Li her welateke Awrûpayî û bitaybet li bajarên girîng ên di warê siyasî ve, ên weke Birûksêl, Parîs û Jinêv û ...hwd, civînê piştevaniya ji Mihemed Sidîq Kebûdwend û azadiya girtiyên siyasî lidar bixin.

4-Nûneratiya peywendiyên hizbê li derveyî welat digel nawendên mafê mirov, beşa mafê miro ya wezareta karê derve yê welatan, peywendiyan awa bikin û daxwaza vê yekê bikin ku bona azadiya Mihemed Sidîq Kebûdwend, Komara Îslamî bixin bin zext û gîwaşê.

5-Endam û rêkxistinên Hizbê bi her awayeke din ku ji wan re tê kirin, di pêxema piştevaniya ji vê daxwazê de çalak bin û herweha hewlê bidin û zêdetir nîrîna xelkê û raya giştî yê Rojavayîyan bo aliyê pirsa daxwaziyên Mihemed Sidîq Kebûdwend û azadiya hemû girtiyên siyasî ên Kurd rabikêşin.

Hizba Demokrata Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî

13.0301395’an a Rojî
02.06.2016’an a Zayînî