Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mirina cellad

15:12 - 6 Hezîran 2016

Kerîm Perwîzî

Roja 14’ê Cozerdana sala 1368 (Hezîrana sala 1988)’an ji bilindgoya mizgewt û xwendingeh û husêyniye û cihên giştî ên din ve, ragehandin ku Xomêynî miriye.

Belavbûna vê nûçeyê, ew jî bi vî awayî xemgîn, ku rejîmê bas jê dikir, û di nava alîgir û kopalbidestên wî de, cihê nerehetiyê bû, lê xelkê Îranê, bi giştî û neteweyên belengaz di Îranê de, ji kêfxweşiyan erd nedigirtin.

Wê demê ku ji nişkêve nûçeyek belav bû, ku belaya hovekî,serê xelkê welat vebû, bi milyonan xelkê welat bêhneke rehet vedan, û bi milyonan xelkê welat, dilê wan hêsayî bû.

Mirina Xomêynî herçend ku rejîmê piropagendeyeke zaf pêve dikir, û ji televîzyonan ve nîşan dida ku bi sedan hezar kes li ser cihê binaxkirina termê wî kom bûne, û daxbar in, lê bi milyonan ji xelkê welat li pêşberî televîzyonan rûniştibûn, û çaverê bûn, ku bi çavên xwe bibînin, ku celladek tê çalkirin, û şer û malkambaxî û bêbextî li ser xelkê Îranê kêm dibe.

Di nava xelkê û neteweyên din de, kesên bi vî rengî zaf in, ku bi roj û meh û salan, xelk du’ayê dikin, ku belaya wan li ser serê wan kêm be.

Xomêynî jî ew dêwê hov bû, ku jiyana bi hezaran xortên wî welatî, û neteweyên Îranî, jê standibû, û canê bi sedan hezar kesên din jî kiribû goriyê nexweşiyên xwe yên derûnî, ku digot “şer nî’meteke xwedayî ye”.

Her çend ku xelkê wisa dizanîn ku piştî mirina cellad, ewê bêhneke rehet vedin, lê li ser heman kursiyê, û ji heman tuxmî, dêweke din rûnişt, û heman riya xwînmijînê girte pêşiya xwe, ku niha piştî 27 salan ku bi ser vê mîratgeriyê re derbaz dibe, ne tenê Îranê belkû raserî herêma Rojhilata Navîn, di destên cînayetên Cemaranê de dinalînin. Mirina celladekî jiyana asûde ji xelkê re I diyarî neanî, belkû hewce ye ku ew text û bextê wan ku celladan perwerde dike, ser hev de biherifîne.