Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna rê û resma 25’ê Gelawêjê li Wêstrosa Siwêdê

16:07 - 17 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Rê û resma 67’mîn salvegera avabûna PDK Îranê bi beşdariya nûnerên partî û saziyên Kurdistanî û Siwêdî û hejmarek Kurdên Siwêdê li Wêstrosê hat lidarxistin.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, rê û resma 67’mîn salvegera avabûna PDK Îranê li Wêstrosa Swêdê hat lidarxistin û di vê rê û resmê de birêz “Ebdulla Ebdî” Berpirsê Komîteya PDK Îranê li Wêstrosê peyamek pêşkêş kir.
Birêz Ebdulla di peyama xwe de pirsên siyasî û bûyerên niha ên dever û Kurdistanê şirove kirin.
Di rê û resmê de peyamên Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê, Yekîtiyên Ciwanan û Jinaên Demokrat ên Kurdistana Îranê û herweha Yekîtiya Kurdan, Komeleya Pêşmergên dêrîn, Taya Wistmanlandî a Paertiya Sosyal - Demokrata Siwêdê, Yekîtiya Jinên Sosyaldemokratên Siwêdê, Partiya Çep a Siwêdê, Taya Sêwtiros a Encumena Nîştimanî a Kurdên Sûriyê, Partiya Şeuiî a Kurdistanê û Komeleya Kurdên bajarê Wêstrosê hatin xwendin.
Di beşek din a rê û resmê de endamên Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê çendîn dîmenên xweşik ên dîlanên furkulûr ên Kurdî pêşkêş kirin.
Di dawiya bernameyên de beşdarên rê û resma 25’ê Gelawêjê dest bi xweşî û dîlalê kirin.