Kurdistanmedia: 5 hêzên siyasî yên çar parçên Kurdistanê, bi merema lêkdana rewşa çar parçên Kurdistanê, li “Birn” a welatê Swîsê bi hev re civiyan.
Li gor raporên ku gihane malpera Kurdistanmedia, roja Yekşemiyê 5’ê Hezîrana 2016’an, civînek bi beşdariya nûnerê partiya Demokrata Kurdistana Îranê, li Swîsê û herwiha bi beşdariya Partiya Demokrat liqa Swîsê , Partiya sosyalîst a Kurdistan a Bakûr, Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê û Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê hate lidarxistin.
Ev civîna bi ragirtina deqeyekê bêdengî ji bo rêzgiritn ji canê pak ê Şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir, û hewiha her yek ji aliyên beşdar di vê civînê de, derbarê rewşa niha a her çar parçên Kurdistanê de axvtin kirin.
Şanda Partiya Demokrata Kurdistana Îranê li Azad Bîtarî, Hemîd Elîpûr, Îbrahîm Xelîl Îbrahîm pêk hatibû, û herwiha wan bi hûrî li ser aligurên dawiyê yên dewerê û herwiha siyaseta Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê axivîn, û herwisa siyaseta Partiya Demokrat, li hember beşên din yên Kurdistanê şirove kirin.