Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke Komîteya PDKÎ li Biljîkê pişikdarî di simîmara nirxandina rewşa Kurdistana Rojava de kir

22:00 - 8 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Roja Yekşemî berwarê 5’ê Hezîranê, bi pişikdariya heyeteke komîteya giştî ya PDKÎ li welatê Biljîkê, simînareke siyasî ji aliyê Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê(YEKITI) ve, bo birêzan “Selah Elemdarî” endamê lêjneya siyasî ya wê partiyê û “Hebîb Îbrahîm” berpirsê peywendiyên Awrûpayî ya wê partiyê, pêkhat.

Simînarê bi siruda netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bêdengiyê bo rêzgirtin ji canê pak ê şehîdên Kurdistanê, dest bi karê xwe kir.

Simînar bi ser du mijaran de hatibû parvekirin ku di beşa Yekem de, “Selah Elemdary” baseke dewlemend liser rewşa niha ya Kurdistana Rojava pêşkeş kir û amaje bi destkevtinêm Kurdistana Rojava piştî nemana deshilata beşar Esed kir.

Di beşeke din ya gorinên xwe de Selah Elemdarî bas ji sedemên serhildana girûpên tundrev ên Îslamî û êrîşên wan bo ser Kurdistanê kir, û piştre îşare bi nebûna yekdengî û hêzeke hevbeş li Kurdistana Rojava kir.

Mijara Duhem ji aliyê Hebîb Îbrahîm ve hate pêşkêşkirin û navbirî têde, bas ji Bohara Erebî û rewşa herêmê û helwêsta welatên Rojavayî li hemberî Sûriyê kir.

Navbirî di gotinên xwe de bas ji serhildana Êxwan Moslimîn li Misrê kir, û liser vê baweriyê bû ku serhildana wan bûye sedema bihêzbûna çend aliyên Îslamî û bi giştî Îslama Siyasî di Rojhilata Navîn de. Eva jî bûye sedem ku Îranê mifahê ji vê rewşê bistîne û dakeve nava karûbarên welatên weke Sûriye, û perepêdana çanda Şî’egeriyê di herêmê de, û eva jî bûye sedema şer û aloziyan di çend welatan de ku heyan niha jî berdewam e.

Navbirî di dawiya gotinên xwe de îşare bi nebûna bereyeke nîştimanî û netewî, û hevdem nebûna yekdengê û hevahengiya di navbera partiyên siyasî ên vê para Kurdistanê kir û ragehand ku, bi giştî Kurdistana Rojava weke hewce nekariye ku mifahê ji civînên Jinêv û Riyazê bisitîne û mixabin hatine perawêz xistin.

Hêjayî basê ye ku komîteya giştî ya PDKÎ bi fermî bo vê simînarê hatibû gazîkirin û şandeya Hizba Demokrat pêk hatibû ji, “Beha Îbrahîmî” berpirsê komîtê, “Îbrahîm Xodamoradî” berpirsyarê beşa peywendiyên Kurdistanî û herweha çend endamên din ên Hizbê.