Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mes’ûd Tek bersiva nameya pîrozbahiyê ya Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ da

21:37 - 13 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Mes’ûd Tek sekreterê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê-Bakur di nameyekê de, bersiva nameya pîrozbahiyê ya Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ da.

Sekreterê giştî ê PDKÎ di nameyekê de, bi boneya destpêka fermî ya çalakiyên Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê li welatê Tirkiyê, pîrozbahî li wan kiribû, û piştgiriya vê pêngavê kiribû.

Deqa bersiva nameyê:

Bo Kak Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê

Kak Mistefayê hêja!


Gelek spas ji bona peyama we ya pîrozbayiyê, ku cenabê te ji bona damezrazdina fermî ya Partiya me rêkiribû.

Em piştrast in, ku pêyvendiya tarîxî û dostane di nava du partiyên bira da, her berdewam û roj bi roj xurttir dibe.

Ligel rêz û silavan…

Mes’ûd Tek
Serokê Giştî
12.06.2016