Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî ya PDKÎ daxuyaniyeke nivîskî weşand

21:04 - 14 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ li ser berevajînîşandana diruşm û xebata PDKÎ ji aliyê hinek aliyan ve, daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re belav kir.

Deqa daxuyaniyê:

Hevwelatiyên rêzdar!

Xelkê xweragir û xebatkar ê Kurdistanê!

Têkoşerên riya azadî û rê û şopa rêberên şehîd!


Komara Îslamiya Îranê, her di destpêkê de, ku hate ser kar, digel dengê mafxwazane yê Kurd û daxwaziyên rewa ên xelkê Kurdistanê, bîhanî û neyar bûye, û têgehên mafên mirovan, demokrasî û mafê neteweyî û wekheviyan jin û mêran, di nav civakê de, li dijî baweriyên dugm û paşvemayî ên xwe zaniye, û dijberiya wan kiriye, û hewla serkuta hilgirên vê têgeha (çemka) mirovî û serdemiyane daye, û ew îşkence û heya îdam jî kirine.

Ew her bi vê yekê jî razî nebûne, û li dijî wan bîr û baweriyan, û partî û rêkxirawên hilgirê van têgehên mirovî, pîlanên curbicur û rengbireng darêtine, û ji riya dezgehên ragehandinê ên xwe ve, bona bênirxnîşandana van têgehan, tekoşîn kirine, û hewl dane da ku ji bilî ragehandin û pesnkerên xwe, ji riya hinek kes û aliyan ve jî, siyaset û baweriyên li dijî azadiyê di nav xelk û civaka Kurdistanê de belav bikin, bona vê ku bazineya alîgiriya ji rejîmê berfireh nîşan bidin, û rewşeke wisa bi ser civakê de zal bikin, ku xebata xelkê Kurdistanê, û qehremantiya xortên cangorî û partî û rêkxirawên Kurdî kêmreng bikin, û xweragirî û xebata wan bêbandor bidin nasandin, û bi giştî wisa bikin, ku derbazbûyiya pirr ji şanazî ya Kurd bi awayekî din û berevajî rastiya xwe nîşan bidin. Bi awayekî ku diruşma rûxana rejîmê bi dûr ji lojîk (eql û mentiq), û herwisa xebat û xweragirî û birêvebirina şêweyên xebata Kurd ji aliyê hinek aliyan ve jî, bi dasepandî bi ser Kurd de bihesibînin, û heykelê rejîmê ew qas bilind û bihêz nîşan bidin, ku dengbilindkirin û destbilindkirina di hemberî wê de, bê encam bidin nîşandan.

Eva jî di demekê de ye, ku Kurd bi vîna xwe, û bi berhvdaneke jîrane, amade nebû di referandomekê de beşdar bibe, ku rewşê ji bo bidestvegirtina deshilatê ji aliyê Komara Îslamî ve xweş bike.

Gelo wê demê ji bilî Kurdan, tu hêz û aliyekî din, bi rast û çep û ayînî ve, helwest girt, bona retkirina Komara Îslamî ya Îranê, heya ku bê gotin, ku wan îradeya xwe bi ser Kurd de sepandine?!.

Asayî ye dema ku Kurd di bingeh de li dijî hatine serkar a rejîma Komara Îslamî be, bilinkirina dirûşma herifandina rejîmê ji aliyê vê neteweya Kurd ve, gellek xwezayî ye. Piştre dema ku hêzên Kurdî dirûşma rûxana rejîmê bi fermî û eşkere ragehandin, di vê derheqê de, çi hêz û aliyek pêşî netewa Kurd ket, heya ku gumana vê yekê çê bikin ku, gelê Kurd bi çavlêkerî ji wan hêz û aliyan, dirûşma rûxana rejîmê hilgirtiye?

Bas ji bêbandoriya xebata micid û curên berbirûbûna tevî rejîmê tê kirin û hewla vê yekê tê dayîn ku, serîtewandin û xwe çemandin li hemberî rejîmê, cihê wê bigire, û tê gotin ku, wê bêtir û bibandortir be, li vir ev pirsyar derdikeve holê, gelo Kerûbî, Mûsewî, Xatemî, Montezrî, Benî Sedr û ...hwd, xebata tundûtûj li dijî rejîmê encam dabûn, ku digel vê qederê berbirû bûn? Bas ji danûstandinên tevî rejîmê tê kirin û tovê vê yekê tê belavkirin ku, di sîstema Komara Îslamî de derfeta diyalog û bidestxistina beşek ji mafên gelê Kurd û azadîxwazên Îranê heye!

Di vê derheqê de hewcehî bi amajê ye ku diyalog rêçareya guncav bona arîşeyên siyasî ye, xwezî li Îranê rejîmek li ser kar ba ku, kêşe û pirsgirêkên xwe, tevî xelkê Îran û Kurdistanê, ji vê rêyê ve çareser kiriba, lê Komara Îslamî ya Îranê, ku daxwazên demokratîk û mafên netewî ên gelê Kurd digel kakil û naveroka wê nateba ye, hekî bêje ezê danûstandinê bikim, li ser kîjan mijarê danûstandinê dike, ku bixwe bawerî pê hebe?! Xincî vê ceribandina ku Kurd û tevgera Kurdistanê nîşan daye ku, Komara Îslamî ya Îranê ji vê têgehê (Çemkê) weke pîlanek mifah standiye, ne weke rêçare.

Bi giştî eva ku di çend heyvên derbazbûyî de, li ser asta aliyên tevgera Kurd û maf û azadiyên Kurdan ji zimanê aliyeke diyarîkirî tê bihîstin, ku tê gotin dijberî Komara Îslamî ya Îranê ye, û hewlê dide bo aliyê berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê û bi zirarên tevgera Kurd, û çandina tovê bêhêvîbûnê di nava xelkê Kurd de bade, tiştek e ku nabe û nahê kirin ku tu xorteke Kurd ê wefadar bi armancên netewa Kurd li Kurdistana Rojhilat, di hember de, bê helwêst û xemsar be, û eşkerekirina rûyê rastîn yê vê bi nav gotar û siyasetê, dikeve ser milê me hemûyan, jiber ku doma wan bas û mijaran ku me amaje pê kir, diçe xaneya berjewendiyên rejîmê û zirar û xisaran li xebata netewa Kurd dide, û valahiyê dixe nava refên xelk û partî û rêkxistinên siyasî ên Kurdistanî de.

Di heman demê de, em hêvîdar in ku, kesên ku hilgirê vê nêrîn û bîrokeyê ne, û ji bo vê pîlanê hêcetan (pasawan) tînin, û vê bîrokê geş dikin, li rûyê nezanebûn, û lêkvedana nerast ve, ketibin nava vê telikê de, û careke din pêdeçûnê bi xwe de bikin, û rêya xwe ji rêbaza xebat û berjewendiyên Kurd, ji vê ku heye, zêdetir dûr nexin, û “La” nedin.

Biserkeve xebata rewa ya gelê Kurd, di pêxema bidestxistina maf û azadiyên xwe de

Qahîmtir be, îradeya xortên netewa Kurd li Kurdistana Rojhilat bona domandina xebat û berxwedanê

Biherife rejîma dijî Kurd û dijî azadî ya Komara Îslamî ya Îranê

PDKÎ
Deftera Siyasî

14’ê Hezîrana 2016’an a Zayînî
25’ê Cozerdana 1395’an a Rojî