Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq şerê li Şinoyê daxuyaniyek belav kir

23:48 - 18 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Derheq êrîşa hêzên rejîma Îranê, li dijî pêşmergeyên PDKÎ li navçeya Şinoyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Deqa daxuyaniyê:

Em bi agehdariya civatên xelkê Kurdistanê, û dilsojên neteweya Kurd radigehînin, ku di çarçoveya peyama newrozî û van bernameyên armancdar ên PDKÎ, ji bo berhevbûna kadr û pêşmergeyan, di nava xelkê Kurdistanê, tîmek ji pêşmergeyên PDKÎ ku bi armanca encamdana erkên rêkxistinî û teblîxatî, li navçeya Şinoyê, û di gundê Qereseqelê de bûn, di dema nîvro ya roja Çarşemiyê 26’ê Cozerdanê (15’ê Hezîranê) ketin ber dorpêç, û êrîşa hêzeke zaf, û teyar bi hemû çekeke rejîmê. Pêşmergeyên PDKÎ di hemberî vê êrîş û hêza zaf ya rejîmê de dest bi berevanîkirina ji xwe kirin, û di şerekî qehremanane de, ku hêjayî pêşmergeyên Demokrat e, karîn hejmareke zaf û berçav ji fermandar û pasdarên payebilind ên rejîmê û kirêgirtiyên wan bikujin, û derbên giran li wan bidin, ku ji hemiyan zêdetir, rejîm bixwe, ji hejmara zaf ya kuştî û birîndarên xwe agehdar e. Bi vî halî jî dezgehên piropagendeyî ên rejîmê bi çewtekariyan û bi xapandinê, hewl dan ku vê derba giran ku ji destê pêşmerge xwarin veşêrin, û bona çavtirsandina xelkê, mala hevwelatiyên gundê Qereseqelê bi awayekî gellek hovane dane ber agirê top û xompareyan û şewitandin, û kavil kirin, ku ew yek jî nîşana tirs û xofa rejîmê ji pêwendiya bihêz ya di navbera xelk û pêşmerge de ye. Bergiriya qehremanane û destanrêsiya (hemase afirandina) pêşmergeyên Demokrat, di vî şer û pevçûnê de, rûpeleke din ya zêrîn, bi şehîdbûna desteyek ji pêşmergeyên Demokrat xiste ser tênûsa (deftera) tekoşîn û cangorîtiya xortên qehreman, ên Kurd, û tevgera Kurdistanê.
Şehîdên vê berengarî û bergirîkirinê di gundê Qereseqelê de ew in:

1-Kemal Xizrî 2-Mihemed Xalid Pêyxamî 3-Luqman Şêxanî 4-Cemal Îsma’îlî 5-Selah Nadirî û Seyîd Umer Husênî, ku navbirî pêşmergê pêşîn ê PDKÎ bû, û nîşteciyê Swîdê bû, ku bi armanca serlêdana xizmên xwe digel wan pêşmergeyan çûbû Şinoyê. Cuda ji vê ku, renge gumana vê hebe, ku yek ji wan kesan bi birîndarî ketibe destên hêzên dijîgelî ên rejîmê de, ku parastina canê wî, dikeve stûyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê de.

Silav li riha pak ya van şehîdên me yên serbilind.

Xelkê xweragir ê Kurdistanê!


PDKÎ her wê demê ku biryara cîbicîkirina bernameya xwe ya armancdar di pêxema berhevbûna kadr û pêşmergeyan di nav xelkê Kurdistana Rojhilat de derkir, bîr ji hemû aliyên vê meselê û nirxa vê çalakiyê kiribû, û dizanî ku xebata micid (ciddî) ya PDKÎ li dijî Komara Îslamî ya Îranê, nirxhilgir e, û hewcehî bi fîdakariyeke bêqas ya xortên Demokrat heye.

Lewra digel dilgiraniya ji şehîdbûna van pêşmergeyan, û vê xisara ku li tevgera Kurd û PDKÎ ketiye, em şanaziyê bi bergirî û berxwedan û destanrêsiya wan dikin, û xelkê Kurdistanê xatircem dikin, ku emê hemû hêz û şiyana xwe bi kar bînin, bona vê ku kadr û pêşmergeyên PDKÎ berdewam di nav wan de bin, û pişt û penayê wan bin.

Her li derheq bergiriya qehremanane ya pêşmergeyên PDKÎ û şehîdbûna vê desteya pêşmergeyan, di heyama van sê rojên borî de, komek ji partî û aliyên siyasî û kesayetiyan, bi derkirina daxuyaniyan, û bi peyam û pêwendiyên telefonî piştevaniya xwe, bo berfirehtirkirina xebatê eşkere kirine, û xembariya xwe bo şehîdbûna van pêşmergeyan nîşan dane.

Lewra em bi hewce dizanin, ku spasiya hemû aliyekî bikin, û rêz ji dilgiraniya van bo tevgera Kurd û hevxemiya wan digel PDKÎ bi taybetî xelkê Demokratperwer ê bajarê Şinoyê û derdorê bikin.

Malbatên serbilind ên şehîdan!

Tevî vê ku em sersaxiyê ji we re dixwazin, û hevparê xemên we ne, di heman demê de, em vê rastiyê radixin ber çavan, ku rê û şopa şehîdên me ên leheng, rêbazeke pîroz, rewa û berheq e, û ji bo azadiyê û bidestveanîna mafê neteweyeke zulmlêkirî ye, û xortên neteweya Kurd û PDKÎ û partiya têkoşerên me ên şehîd, qedrê vê xweragirî, û nirxdana we dizanin, û xelata herî baş bo van şehîdên me jî, domandina riya wan e.

Lewra em sebrê ji hemû aliyekî re dixwazin, û bidestveanîana hêviyên wan şehîdan, erk û wezîfeya li ser milên me hemiyan e.

Silav li riha pak ya van şehîdan, û hemû şehîdên riya rizgariya Kurdistanê

Berdewam be, xebata Kurd di pêxema azadî û rizgariyê de

Merg û neman bo rejîma dijî gelî û dijî azadî ya Komara Îslamî ya Îranê, û kirêgirtiyên wê

PDKÎ
Deftera Siyasî

29.03.1395
18.06.2016