Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Rudaw”, bû qurbaniyê êrîşa terorîstî

20:42 - 25 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Tora medyayî ya “Rudaw” li Hewlêrê bûarmanca êrîşeke terorîstî û di encamê de pênc kes birîndar bûn.

Li gora raporên belavkirî roja Înê, 24’ê Hezîranê, di êrîşekê de li ser avahiya sereke ya “Rudaw”ê, pênc kes birîndar bûn.

Êrîşkaran li ser şeqama sereke ya “Rûnakî” li bajarê Hewlêrê bi narincokan êrîşî ser avahiya “Rudaw”ê kirin.

Di vê êrîşê de, karsazekî beşa Têkiliyan, ajotvanek, û sê pasevanên “Rudaw”ê birîndar bûn. Herwisa di vê êrîşê de, zirar gihîşte du trombêlên veguhastina rasterast ya weşana “Rudaw”ê.

Piştî vê êrîşê, piraniya hevwelatiyan, û çalakên rojnamevanî û medenî, bas ji vê dikin, ku rejîma Îslamî ya Îranê ji riya kirêgirtiyên xwe ve, êrîş kiriye ser “Rudaw”ê.

Encamdayîna kiryarên terorîstî ji aliyê rejîma Îranê ve, di nav welatên derekî de, pirseke nû nine, û Wezareta Karê Derve ya Amerîka jî di rapora herî nû ya xwe de rejîma Îranê wekî piştevanê sereke ê terorê daye nasandin.

Herwisa wisa dixûye ku ew êrîş ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye encamdayîn, û di vê derheqê de, beşa “Ragehandin” a PDKÎ serbarê protestokirina vê kiryara terorîstî, piştevaniya xwe ji ragehandina azad ya Kurdî bi taybet “Rudaw”ê radigehîne.