Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran: Hikûmeta me, hikûmetekî xelkî ye, û rêz ji biryara xelkê Brîtanyayê digre

20:51 - 25 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Piştî vê ku xelkê Birîtanyayê di referandomekê de beşdarî kirin, û dengê xwe dane “cudabûna ji YE”ê, Îranê ragehand, jiber ku em jî nizameke xelkî (merdomsalar) in, lewra em rêz ji biryara xelkê Berîtanyayê digrin.

Li gora nûçegihaniyan, Wezareta Karê Derve ya Îranê, di vê derheqê de daxuyaniyek weşand û ragehand ku derketina Birîtanyayê ji YE tu bandorekê li ser helwesta wan derheq têkiliyên bi YE re dananê.

Derheq bandora vê derketinê li ser rejîma Îranê, Elîriza Ekberî karnasê payebilind ê pirsên stratejîk di Tehranê de li ser vê baweriyê ye, ku lawazbûn yan jî têkçûna YE di berjewendiya rejîma Îranê de nîne.

Li gora gotina karnasên warê aboriyê, Tirkiye jî yek ji van welatan e ku ji derketina Brîtanyayê bê bandor namîne, jiber ku Birîtanyay yek ji wan welatên endam di YE de bû, ku berdewam piştgiriya endametiya Tirkiyê di YE de dikir, û bi vê rengî Tirkiyê yek jî girîngtirîn welatên piştgirê endametiya xwe di YE de ji dest da.

Piştî eşkerebûna encama referandomê, “pond”ê Birîtanî yek ji rojên herî nexweşî ên xwe bi daketina %10 derbaz kir. Berpirsyarên wekî serokê Sinduqa Navneteweyî ya Pere, Banka Nawendî a Amerîkayê, û Banka Birîtanyayê pêştir jî ew hişdarî dabûn, ku derketina Birîtanyayê ji YE bo tewahiya aboriya cîhanê zirareke mezin e.