Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêvra Leşkerî a PDKÎ li ser şerê Merîwanê, daxuyaniyek belav kir

22:10 - 26 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Şêvra Leşkerî ya PDKÎ li ser şer û pevçûnên Merîwanê daxuyaniyek weşand, û encama şerekî giran bi vî awayî ragehand:

Roja Şemiyê 25’ê Hezîranê tîmeke pêşmergeyên PDKÎ ku di liv û tevgerê (cewlê) de bûn, demjimêr 3’ê berbangê, li quntara çiyayê Kosalan li nêzî gundê “Dûrû” li herêma “Şamyan” a ser bi şaristana Sewlawa de dikevin boseya hêzên dijmin, ku di şerekî 2 demjimêrî de, mixabin 2 pêşmergeyên PDKÎ bi navên “Şoreş Mînberî” û “Şaxewan Mînberî” şehîd bûn. Şaxewan Mînberî piştî çend demjimêran birîndarî û şerkirinê, şehîd dibe, û termê wî dikeve dest dijmin de.

Herwisa di encama vî şerê giran de, hejmareke zaf ji hêzên rejîmê ji caş û pasdaran hatine kuştin.

Piştî vî şerî pêşmergeyên PDKÎ cardin li çiyayê Kosalan de dikevin boseyê, û berbirûyê şerekî tund û bi ser de sepandî dibin, û di encama vî şerê ne beramber û sepandî de, pêşmerge dikarin derbaz bibin, û hejmarek ji hêzên rejîmê bikujin.

Piştî van du şeran, cardin hêzên rejîmê bi hêzeke zaf ve êrîşî ser pêşmergeyan li çiyayê Kosalan dikin, û şerekî giran ji sibehiya 26’ê Hezîranê ve dest pê dike, û pêşmergeyên leheng, cesûrane digel wan dikevin şer, û heya dema amadekirina vê daxuyaniyê, şer berdewam dike.

Di encama vî şerî de, ku zêdetir ji 10 demjimêr e, ku berdewam dike, bi dehan kes ji kirêgirtiyên rejîmê hatine kuştin û birîndarkirin, û kelexê zêdetir ji 8 kuştiyên rejîmê di ber destên pêşmergeyan de ye.

Mixabin di encama vî şerî de, pêşmergeyekî qehreman bi navê “Ekber Mînberî” bi lehengî û qehremanî şer kir, û tevlî karwanê şehîdên Kurd û Kurdistanê bû.

Di dema vî şer û pevçûnê de, dijmin ji bajarê “Sewlawa” ve dest bi topbaran û xomparebarana çiyayê Kosalan û qada şer kir, û bû sedema agirberbûna bi daristanên vî çiyayî. Di vî şerî de, rejîm bi roketan qada şer dikute.

Riha şehîdan şad be, û riya wan ya pirr şanazî berdewam be

06.04.1395
26.06.2016