Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teyrên Zagrosê kuştina 7 kes ji hêzên rejîma Îranê li Seqizê ragehandin

23:22 - 26 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Teyrên Zagrosê (li gora gotina wan), tola şehîdên PDKÎ vekirin, û kuştina serhengekî rejîmê, û şeş parêzerên wî ragehandin.

Deqa nûçeya ku Teyrên Zagrosê şandiye, bi vî rengî ye:

Hevdem digel êrîşa hêza dagîrkar û serkutker a Komara Îslamî li dijî hêza pêşmergê Kurdistanê, di navçeyên Şino, Mehabad, Sewlawa û Merîwanê, teyrên Zagrosê ku xwe wekî hêzeke piştevanê tevgera rewa ya xelkê Kurdistanê daye nasîn, li herêma Serşîw a Seqizê, li ser riya Seqiz û Merîwanê, li nêzî gundê “Weşedere” (Xoşedere) êrîşî ser hêzeke çekdar a rejîmê kirin, û serheng Ekberî û 6 parêzerên navbirî wekî tolhildana şehîdên hêza Pêşmerge kuştine.

Hewce ye ku bê gotin, ku teyrên Zagrosê, ragehandine ku hekî êrîşa dijmin li ser pêşmerge berdewam be, emê hemû Kurdistanê bikin cehnem (dojeh) di bin piyên parêzerên Komara Îslamî de.