Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gotinên Hesen Nesrullah derheq bi alîkariyên Îranê kêşesaz bûn

23:24 - 26 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Piştî ku rêberê Hizbullaha Lubnanê ku di nava listeya terora Amerîka û Yekitiya Ereb de ye, ragehand ku me hewcehî bi alîkariyên bankên Lubnanê nine, jiber ku bûdceya me bi tewahî ji Îran tê, gotinên navbirî di nava ragehandinên cîhanî de, dengvedanên nerên hebûn liser rejîma Komara Îslamî ya Îranê.

Rêberê Hizbullaha Lubnanê roja Înê 24’ê Hezîranê di gotarekî xwe de ragehand ku, tehrîmên bankî ên Amerîkayê, tu bandorekî liser wan naxe, jiber ku xwarin û pûşak û mûşek û rokêt û tenanet bûdceya wan jî, bi temamî ji aliyê Tehranê ve tê dabînkirin.

Hesen Nesrulla di gutara xwe de bi eşkere dibêje ku, ev mûşekên ku em pê gefan li Îsra’îlê jî dixon, ji Îranê ve tên û digîjin destê me.

Eva di demekî de ye ku, çend heyvan berî niha Amerîkayê ragehand ku, bankên ku alîkariya Hizbullahê bikin, wê bibin armanca dorpêçên Amerîkayê, eva jî bû sedem ku di heyva derbazbûyî de, Banka Nawendî ya Lubnanê ragehand ku, bi liberçavgirtina biryara Amerîkayê, 100 hisabên bankî ên endamê û rêkxitin û binyatên ser bi Hizbullahê girê dane.

Yekitiya Ereb jî Hizbullaha Lubnanê xistiye nava listeya terorê ya xwe de.

Hewceyî basê ye ku beşek ji tehrîmên ku bi ser rejîma Îslamî ya Îranê de hatine sepandin û piştî lihevkirina etomî jî her di cihê xwe de man, bi sedema piştevaniya rejîma Komara Îslamî ji terorîzmê bû.

Niha jî sedema sereke ya bank û nawend û binyatên navnetewî, ku nikarin di Îranê de sermayegozariyê bikin, tehrîmên ne etomî ne, wate tehrîmên bi sedema piştevaniya vê rejîmê ji terorê ye.

Xaleke din a gotinên Hesen Nesrullah ku bo rejîma Îranê kêşesaz e, eva ye ku, Hesen Nesrulla eşkere dike ku, pereyên rejîma Îranê ku ji Hizbullahê re tê şandin, ji rêyên xeyrî bankî ve tê şandin, wate rejîma Tehranê careke din dorpêçên Amerîkayê binpê dike, û ji rêya yekîneyên ne yasayî ve pereyan dişîne bo Hizbullaha Lubnanê.

Ji aliyekî din ve roja Înê 24’ê Hezîranê, rejîma Komara Îslamî bi sedema çalakiyên ne zelal ên bankî, bi taybetî bona binpêkirina dorpêçan, careke din di lîsteya Reş ya welatên tawanbar bi Sipîkirina pereyan de cih girt.