Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirên Rûsî û Sûrî 31 sivîl kuştin

23:25 - 26 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Di encama êrîşa balafirên şer ên Rûsiye û Sûriyê de, 47 kes hatin kuştin, ku 31 kes ji wan kuştiyan, xelkê sivîl bûn.

Serokê “Saziya Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê”, Ramî Ebdulrehman, ragehand ku, 31 sivîl li gundê Elqeriye, li Rojhilata parêzgeha Dêrelzorê hatin kuştin, û 16 kesên din jî ku hatine kuştin, ne diyar e ku sivîl in, yan jî hêzên DAÎŞ’ê ne.

Ramî Ebdulrehman ragehand ku hêzên girûpa terorîstî ya DAÎŞ’ê di derdora mizgewta gund jî, ji xwe re çeper ava kirine, û xelkê sivîl jî di van cihan de asê mane.

Di êrîşeke din de, li dijî DAÎŞ’ê li Îraqê, hêzên arteşa Îraqê, û hêzên naskirî bi Heşda Şe’bî, êrîşî ser navçeya “Colan” ya “Fellûcê” kirin, lê ew der heya niha jî di destên DAÎŞ’ê de ye, û hekî ew herêm bikeve destê hêzên Îraqî de, eva Felluce bi tewahî rizgar dibe.