Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Se’id Herîrî dibêje ku Hizbullaha Lubnanê hizbeke tewaw Îranî ye

21:15 - 27 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Serokwezîrê berê yê Lubnanê se’id Herîrî, di bersiva gotinên Hesen Nesrullah de ku gotibû, xwarin, pûşak, mûşek, rokêt û tenanet bûdceya wan jî, rejîma Komara îslamî dabîn dike, ragehand ku, Hizbullah û Hesen Nesrullah bi xwe îtiraf bi vê yekê kirine ku hizbeke Îranî ne.

Se’id Herîrî di vê derheqê de got, “Ew (Hesen nesrullah) ser bi Spaha pasdaran e, û îtirafê bi vê dike ku partiyeke tewaw Îranî ye, û îtiraf dike ku fermanên dewleteke bîhanî bi rê ve dibe”.

Herîrî di doma gotinên xwe de tekez kir ku, hinek Lubnanî hene ku pêdagiriyê li ser vê dikin ku di despêkê de Îran hebe, di despêkê de Sûriye hebe, di despêkê de Îraq hebe, Yemen hebe, Behrêyn û ....hwd hebin, lê Lubnan di dawiyê de be.

Serokwezîrê berê yê Lubnanê, herweha Qasim Silêmanî û alîgirên wî bi tundî rexne kirin, û ragehand ku, “Qasim Silêmanî û alîgirên wî di Lubnanê de, bi şerê di Îraq û Sûriye û Yemenê têr nebûn, û niha gefên şer û tevdanîkariyê li welatê Behrêynê dixon, û ev xwe qudekirin û bilindfirîna Îranê, tenê girjî û aloziyên di navbera Îran û Ereban de zêdetir dike.