Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Komara Îslamî ya Îranê çiyayên “Kosalan”ê topbaran dike

21:28 - 27 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Hêzên Spaha Pasdarên ser bi rejîma Komara Îslamî ya Îranê çiyayên Kosalanê bi xestî topbaran dike.

Li gorî nûçeya gehiştî destê Kurdistanmediayê, demjimêr 2’ê şeva Yekşemî berwarê 26’ê Hezîranê ya 2016’an a Zayînî, Çiyayên Kosalanê ji aliyê hêzên Spaha Pasdarên rejîmê ve hatine topbarankirin.

Herweha roja paştir topbarana çiyayê “Çilçeme” jî, ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatiye encamdan û, hevdem 2 “Hilîkoptêr” jî bi ser esmanê deverê de geriyane.

Eva di demekî de ye ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê ji tirsa hêza pêşmerge ya PDKÎ, dar û kevirên Kurdistanê lê bûne pêşmerge û ji tirsan, sînorên Kurdistanê bi tundê topbaran dike.