Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî rêya rizgariya Kurd û Kurdistanê li Pîranşarê koça dawiyê kir

21:29 - 27 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: “Xedîce Ramêşger” dayîka şehîd “Mihemed Boreke” li bajarê Pîranşarê koça dawiyê kir.

Li gorî nûçeya gehiştî destê malpera “Kurdistamedia”yê, roja Şemî berwarê 26’ê Hezîranê ya 2016’an, Xedîce Ramêşger naskirî bi “Xedîce Kerîmî” dayîka şehîd Mihemed Boreke, çû ser dilovaniya xwe.

Şehîd Mihemed Boreke sala 1963’an (1342) li gundê “Soxanlû” ya ser bi bajarê Pîranşarê hatiye dinê.

Şehîd Mihemed Boreke kadrê pile 4 yê PDKÎ bû, ku mixabin roja 3’ê Xermanan a sala 1367’an (1988) di şerekî qehremanane de bi destê kirêgirtiyên rejîma dijî gelî ya Komara Îslamî ya Îranê li gundê Soxanlû tê şehîdkirin, û her li Soxanlû yê jî, bi axa pîroz ya nîştiman hatiye spartin.

PDKÎ pirse û sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên navbirî û xwe di xem û kovana wê de bi şirîk dizane.