Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destanrêsiyên hêza Pêşmerge konemişk ji karbidestên rejîmê kirine Qeyserî

21:32 - 27 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Piştî destanrêsî û hemaseyên hêza pêşmergeyên PDKÎ li bajarê Sewlawa yê, karbidestên leşkirî ên rejîma Tehranê dest avêtin gef û gurran.

Roja yekşemî berwarê 26’ê Hezîranê fermandarê hêza bejayî ya Spaha terorîst ya Pasdaran “Mihemed Pakpûr”, gef ji partiyên siyasî ên Kurd ku dijberiya rejîma Komara îslamî dikin xwarin û ragehand ku, emê binke û baregehên wan partiyan, li kûrahiya axa Herêma Kurdistanê bikin armana topbaranên xwe.

Her di vê derheqê de malpera ÎRNA ya ser bi rejîma Îslamî ji ziman “Mihemednezer Ze’îmî” fermandarê qerargaha Necef ya Spahê ragehand ku, emê bi hemû hêza xwe lihemberî hereşeyên Rojavayê Îranê wate Kurdistanê bibin.

Ev gef û gurên rejîmê piştî vê tên ku roja 26’ê Hezîranê topxaneya rejîma Komara Îslamî herêmên sînorî ên Kurdistana Rojhilat kirin armanca topbaranên xwe û di encam de çend hemwelatiyên sivîl ên Beşûrê Kurdistanê birîndar bûn.

Eva di demekî de ye ku di heftiya derbazbûyî de bi dehan kes ji endamên Sipaha Pasdaran, piştî êrîşa bo ser pêşmerge, li deverên Sino û Sewlawayê hatine kuştin.

Hinek zanyarî bas ji vê dikin ku tenê di şerê sewolawayê de di du rojên derbazbûyî de pitir ji 70 Cekdarên ser bi rejîmê bûne qurbaniyê siyasetên qirêj ên Komara Îslamî ya Îranê û termên wan bo nexweşxaneyên bajarên Sewolawa û Meriwan û Sinê hatine veguhaztin.

Her di vê derheqê de di du heftiyn derbazbûyî de, rejîma Îslamî hêzeke zêde aniye nava bajar û gundên Kurdistanê û Kurdistan bi tewahî hatiye milîtarîzekirin û herweha hêzeke mezin ya pirçek bi çekên giran ên weke Top û Katyûşa li sînorên di navbera Kurdistana başûr û Kurdistana Rojhilat de hatine damezirandin.