Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Mamostayên Xwendingehên Rojhilat, peyman ligel gel û partiyê nû ve kirin

21:59 - 28 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Mamostayên Xwendingehên Rojhilata Kurdistanê, soz û peyamana xwe ligel PDKI nû ve kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi malpera ‘kurdistanmedia’yê, Yekîtiya Mamostayên Xwendingehên Rojhilata Kurdistanê, di daxuyaniyekê de bo raya giştî, piştgiriya xwe derbarê çalakiyên Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ragehandine.

Di daxuyaniyê de Yekîtiya Mamostayên Xwendingehên Rojhilat wiha helwêsta xwe wiha diyar kiriye: “Gellek mixabin me nûçeyên şehîdbûna çend qehremanên gel bihîst, dîsan rejîma kevneperest û paşverû ya Îranê destê tejî ker û kîn û zalimbûna xwe bi rijandina xwîna xortên democrat sor kir, lê em piştrast in xwîna paqij a şehîdan Şoriş Minberî, Şaxewan Minberî û Ekber Minberî û hezaran keç û xortên din dê bona berdewambûna wê rêbazê hezaran kesan perwerde bike, lewma em weke Yekîtiya Mamostayên Xwendingehên Rojhilata Kurdistanê, hêrişa dirindane û hov a kirêgirtiyên Sipaha Pasdaran bo ser hêzên Pêşmergeyên qehreman ên hizb û gel li bajarên Merîwan, Mehabad, Şino û Serdeştê şermezar dikin û sersaxiya xwe û hemû xelkê rewşenbîr ê rojhilat bi boneya şehîdbûna hevrêyên me yên xebatkar, pêşkêşî rêberên mandînenas û kadro û pêşmergeyên qehreman, endam û alîgirên PDKI û xelkê welatparêz û tejî hest û soz ê Rojhilata Kurdistanê dikin.”

Daxuyanî wiha bi dawî dibe: “Em piştrast û erxayîn in ku xwîna paqij a şehîdên Sewlava û Şino, dibe çirayê ronahiya rêya azadiya gelê me.

Bihiloşe rejîma dîkltator a Komara Îslamî ya Îranê

Yekîtiya mamostayên Xwendingehên Rojhilata Kurdistanê

6ê Pûşpera 1395 a Rojî