Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di rêûresmekê de li welatê Biljîkê rêz ji şehîdên “Rasan” a PDKÎ hate girtin

22:07 - 28 Hezîran 2016

Kurdistamedia: Bo rêzgirtin ji şehîdên destanrêsiya gundê “Qere Seqel” ya ser bi bajarê Şinoyê û herweha bajarê Sewlawayê, li bajarê “natwêrpên” a welatê Biljîkê rêûresmek hate lidarxistin.

Roja Yekşemî berwarê 26’ê Hezîranê komîteya PDKÎ li welatê Biljîkê, bona rêzgirtin ji şehîdên destanrêsiya gundê “Qere Seqel” ya ser bi bajarê Şinoyê û herweha şehîd Şoriş Mînberî di şerê Sewlawayê de, rêûresmek bi şiko lidar xist, û tekez liser despêka qonaxa nû ya xebata PDKÎ û girêdana xebata çiya û bajar hate kirin.

Rêûresmê di despêkê de bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û piştre ragirtina bêdengiyê bona rêzgirtin ji canê pak yê şehîdên Kurdistanê û bitaybet şehîdên “Rasan” a PDKÎ dest bi karê xwe kir.

Di despêka rêûresmê de hemû pişikdarên rêûresmê destegulên xwe lihember wêneyên şehîdên Rasan a PDKÎ danîn û Mom teyîsandin.

Piştre beşek ji gotinên binirx ên rêberê navdar yê Hizba Demokrat liser şehîdan û digel kareke girafîkî ku ji aliyê beşa ragehadina komîteya hizbê ve hatibû amadekirin, hate pêşkêşkirin.

Piştre peyama komîteya Hizba Demokrat ji aliyê berpirsê komîtê “Beha Îbrahîmî” ve hate pêşkêşkirin.

Di peyama komîtê de serbarê amaje bi çavaniya şehîdketina şehîdên nû ên Hizba Demokrat, bas ji biryara girîng ya Hibza Demokrat derheq bi girêdana xebata çiya û bajar hate kirin.

Di beşa din ya rêûresmê de jiyannameya pir ji serwerî û xizmet ya cengawerên rojê, şehîd Kemal Xizrê, şehîd Luqman Şêxanî, şehîd Mihemed xalîd Pêyxamî, şehîd Seyd Omer Husênî, şehîd Cemal Îsma’îlî, şehîd Selah Nadirî û herweha şehîd Şoriş Mînberî hate pêşkêşkirin.

Piştre peyamek taybet bi wan şehîdan ji aliyê xebatkarê Hizba demokrat “Ehmed Şêrbegî” ve hate xwendin û paşan Kawe Ahengerî liser taybetmendiyên Rasan û rola kadr û pêşmergeyan di berfirehkirina vê xebatê, çend gotinek pêşkêş kirin.

Di beşa dawiyê ya rêûresmê de, piştî pêşkêşkirina sirûda “Şehîd” ji aliyê Elî Abidî ve, pişikdarên rêûresmê peymana wefadariyê tevî wan şehîdan nû kirin.

Hewceyî basê ye ku Lêjneya Parta Demokrat a Kurdistanê li welatê Biljîkê û Encumena Tevgera Goran li welatê Biljîkê û herweha Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê, di rêûresmê de peyamên taybet bi xwe pêşkêş kirin.

کوڕیادێک

کوڕیادێک