Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma rêzgirtin ji şehîdên Rasan ya PDKÎ li Swîdê de hate lidarxistin

22:13 - 28 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Roja Şemî berwarê 25’ê Hezîranê, komîteya giştî ya PDKÎ li welatê Swîdê bi hevkariya komîteya herêma “Orubiro” ya PDKÎ, bona bilindnirxandina xebat û tekoşîna 6 pêşmergeyên Hizba Demokrat, bitaybetî “Seyîd Omer Husên” ku yek ji endamên çalak yên komîteya hizbê li welatê Swîdê bû, rêûresmek lidar xist.

Di vê rêûresmê de serbarê endam û alîgir û malbatê PDKÎ, nûnerên hizb û aliyên siyasî, civakî, çandî û hejmarek kesatiyên siyasî ên weke “mela Mihemed Cowanroyî” deste gul û peyama hevxemiyê pêşkêşî rêûresmê kirin.

Hewceyî basê ye ku nûnerê Hikûmeta herêma Kurdistanê jî, ji rêya Telefonê ve hevxemiya xwe di vê derheqê de nîşan da.

Rêûresmê bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb”, û ragirtina bêdengiyê bona rêzgirtin ji canê pakê şehîdan, bitaybetî şehîdên wê dawiyê ên PDKÎ dest bi karê xwe kir.

Piştre “Hemîne Resûlî” berpirsa komîteya Orubiro ya Hizbê, bixêrhatina mêhvanê rêûresmê kir û derheq bi bûyera şehîdketina wan hewalan çend gotinek pêşkêş kirin.

Piştre Hesen Şerefî cîgirê sekreterê giştî yê PDKÎ ji rêya “Sikayp”ê ve, basek liser bûyera şehîdketina wan pêşmergeyên PDKÎ li derdora Şinoyê, û herweha hovîtiya rejîma Komara Îslamî li hemberî xelkê bêtawan yê Kurdistana Rojhilat pêşkêş kir.

Birêz Şerefî di beşek din a gotinên xwe de bas ji fîdakariya wan pêşmergeyên PDKÎ û bitaybetî “Seyd Omer Husênî” kir ku, bona berevanî ji netewe û nîştimana xwe, hevjîn û keça xwe ya taqane bi cih dihêle û vedigere nava refên pêşmergeyên Hizbê de, û di dawiyê de tevlî karwanê nemirên Kurd û Kurdistanê dibe.

Cîgirê sekreterê giştî yê PDKÎ di beşeke din ya gotinên xwe de, bas ji şer û pevçûnên hêza pêşmerge û hêzên rejîmê kir û ragehand ku, piştî şereke qehremanane û Kuştin û birîndarkirina hejmarek zêde ji hêzên rejîmê, mixabin pêşmergeyek din bi navê “Şoreş Mînberî” şehîd ket.

Paşan kurtiyek ji jiyannameya şehîd Seyd Omer Husênî ji aliyê “Kakebira Eliyasî” ve hate xwendin.

Paşan peyama komîteya giştî ya PDKÎ li welatê Swîdê, ji aliyê berpirsê Komîtê “Enwer Kakeyî” ve hate pêşkêşkirin.

Di beşa din ya rêûresmê de, helbestek li jêr navê “Bo şeş golale Sûrekem” ji aliyê “Arif Ezîzî” û herweha sirûda “Merêzi bom firmêskî xem” bi dengê “Elî Aswend” û pexşanek jî, ji aliyê “Elî Palanî” ve hatin xwendin.

Di beşek din ya rêûresmê de pexşanek lijêr navê “Hawrêy şehêd Seyd Omer Husênî” ji aliyê “Ezîz Moradperest” û herweha “Çend dêrek bo pêşmerge” ji aliyê “Kulsûm Berzkar” ve hate xwendin.
Paşan peyama malbata Seyd Omer û 5 hewalên wî ji aliyê hevjîna şehîd Seyd Omer “Xorşîd Ayînfer” ve hate pêşkêşkirin.

“Xorşîd Ayînfer” di peyama xwe de daxwaz ji pişikdarên rêûresmê kir ku weke Seyd omer jiyana li Ewrûpayê bicih bihêlin û dakevin nava çeperên berbirûbûna tevî rejîma Komara kevneşop ya Îslamî ya Îranê.

Di beşa duyemîn ya rêûresmê de birêz Dr. Xeliqî endamê berê yê komîteya nawendî ya PDKÎ basek pêşkêşkir û tê de amaje bi mezinatî û jibîrnekirina şehîdan kir.

Hêjayî basê ye ku gellek partî û alî û kesatiyên siyasî peyama hevxemiya xwe pêşkêşî rêûresmê kirin.

کۆڕیادی
Rêûresma rêzgirtin ji şehîdên Rasan ya PDKÎ li Swîdê


کۆڕیادی
Rêûresma rêzgirtin ji şehîdên Rasan ya PDKÎ li Swîdê


کۆڕیادی
Rêûresma rêzgirtin ji şehîdên Rasan ya PDKÎ li Swîdê