Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Petrolê yê Îranê, li dijî îdama Babek Zencanî ye

22:21 - 28 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Wezîrê Petrolê yê Îranê ragehand ku ez li dijî îdama Babek Zencanî me, jiber ku ew wekî ce’beya reş (Ce’bêyê Siyah) e, û bi îdama navbirî, ce’beya reş (Ce’bêyê Siyah) ji nav diçe.

Bîjen Zengene, Wezîrê Petrola Îranê roja borî ragehand ku Babek Zencanî heya niha jî, deynên (qerên) Wezareta Petrolê nedaye.

Li gora gotina navbirî, deynên fermî ên Babek Zencanî, nêzî 10 hezar Milyard Tûmenî ye, û bi qasî nêzîk bi 2 hezar milyard Tûmenî jî, “darayî” (mal û îmkanat) ên wî hene.

Wî herwisa got: “Dadperwerî û însaf, di dosiyeya Zencanî de berçav hatiye girtin, û em destêwerdanê di nav karê dezgeha Dadweriyê de nakin. Lê em hez nakin ku ew bê îdamkirin”.

Babek Zencanî ew tacirê 41 salî ye, ku di dewleta Ehmedînijad de, berpirsyarê firtotina petrol Îranê, û dewrlêdana tehrîman bû, û bi vî awayî karî bibe kesekî milyarder, lê piştî vê ku Rûhanî hate ser kar, eşkere bû ku wî perê firotina petrolê nedaye dewletê.