Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li dijî xebatkarên kurd hewlên xerabkirin û çewaşekariyê dide

22:24 - 28 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Berpirsyarên rejîma dijî mirovî ya Îslamî ya Îranê li dijî xebatkarên kurd li Kurdistana Rojhilat dest bi hewildanên xerabkirin û çewaşekirinê kirine.

Li gor nûçeyên ku gihîştine malpera kurdistanmedia, berpirsyarên dezgehên ewlekariya rejîma Îslamî ya Îranê li bajarê Pîranşar ê ser bi parêzgeha Ormiyê, bi gotin û îdeaya xwe bombeke çandî li Parka ‘Şehridarî ‘ ya Pîranşarê peyda kirine û piştre bombe ji kar xistine û nehêlane biteqe !

Hewildanên xerabkirin û tometlêdan bi kiryarên dijî mirovî bi xebatkarên kurd ji aliyê berpirs û dezgeh û saziyên ewlekariya rejîma Îslamî ya Îranê ne kar û kiryareke nû ye, belku rayedarên rejîma Îranê bo derbelêdan ji pirestîj û xirabkirina rûyê paqij ê xebata rewa û berheq a gelê ku li Kurdistana Rojhilat dest bi hemû kar û kirineke dûr ji exlaq birine û li dijî xebatkarên kurd propagenda kirine.

Di heyamê çend rojên borî de ku şer û pevçûn di navbera hêzên Pêşmerge yên PDKI û dagirkerên Sipaha Pasdaran a rejîmê de li Kurdistanê derketine holê, rêjîmê bi rêya mohre û kirêgirtiyên xwe û bi awayên cor be cor, berdewam hewl dane li dijî Pêşmergeyên PDKI propagendayê bikin û bizav kirine karên wisa bikin ku Pêşmerge li ber çavê xelkê xirab bikin. Di rewşekê de ku xelkê Kurdistanê bi başî liv û tevgerên wan ên dijî gelî û herwiha kiryarên mirovî û şorişgêrane yên Pêşmergeyên PDKI nas dike.

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ligel şermezarkirina her core kiryareke dijî mirovî û terorîstî, piştgiriyê ji hemû xebatkarên kurd li Kurdistana Rojhilat û par çeyên din dike.