Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirgeha Ataturkê bû armanca teqînan

21:20 - 29 Hezîran 2016

Kurdistanemdia: Balafirgeha Ataturk ya Stenbolê bû armanca teqînên xwekujî, û di encamê de gellek kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gora dawî zanyariyan heya niha bas ji 36 kuştî, û 147 birîndaran heye. Ew êrîş di destpêkê de êrîşeke çekdraî bûye, û şer di navbera êrîşkaran û polîs de rû daye, û piştre sê xwekujan xwe teqandine.

Heya niha serjimêriyên fermî ên hikûmeta Tirkiyê bas ji kuştina 36 kesan û birîndarbûna 147 kesên din dikin. Heya niha jî, tu aliyekî berpirsyariya xwe derheq vê êrîşê de ranegehandiye.

Êrîşa li ser balafirgeha Ataturk di nav dilê Stenbolê de, ew jî bi vê ewlehî û çavdêriya tund ku heye, bûye cihê heyrîmanê di nav ne tenê berpirsyarên hikûmeta Tirkiyê de, belkû di nav hemû şarezayên karûbarê emnî de.

Piştî destpêkirina şer di navbera Tirkiyê hêzên PKK’ê de, êdî Tirkiyê bûye cihekî ne aram, û berdewam cuda ji şer, em şahidê teqînên biçûk û mezin di nav Tirkiyê û bajarên din ên Kurdistana Bakur de dibin.

Pêkhatina teqînên weha bihêz ên xwekujiyê, ew jî di nav balafirgehê de, li gora gotina karnasên siyasî, wê bandorê li ser kertê geştiyarî ê Tirkiyê bike, û ew yek jî derebeke giran e bo aboriya Tirkiyê.