Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê gefa ji nû ve mehandina Uraniyomê dixo

21:26 - 29 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Serokê Komisyona Ewlehiya Netewî û Siyaseta Derve ya Meclisa Îranê ragehand ku, hekî welatên Rojavayî sozên xwe bicih ne’înin, Îran wê mehandina Uraniyomê bi xestiya zêdetir ji berê dest pê bike.

Ela’edîn Birûcêrdî roja Sêşemî 28’ê Hezîranê, di vê derheqê de bas ji gelaleyekî kir ku di meclisa Îranê de hatiye pejirandin.

Birûcêrdî ragehand ku, gelaleyek di Meclisê de hatiye pejirandin ku, hekî Rojavayê sozên xwe bicih ne’înin, Meclis dewletê erikdar dike ku, bê tu astengek pêngavên hewce bona mehandina Uraniyoma xest, avêje.

Eva di demekî de ye ku rêberê rejîma Îranê Elî Xamineyî jî, derheq bi astengên aborî ên ser rêya aboriya Îranê, nerazîbûna xwe li hemberî welatê Rojavayî nîşan da.