Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Korbenda nerzîbûnê li Kurdistanê: Em topbaranên Komara Îslamî pirotesto dikin

21:30 - 29 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: “Korbenda nerazîbûna Kurdistanê” di daxûyaniyekê de topbaranên Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorên Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Eva deqa daxûyaniyê ye:

Îro Yekşemî berwarê 26’ê Hezîranê topxaneyên Komara Îslamî ya Îranê bi hêceta hebûna pêşmergeyuên aliyên Rojhilatê Kurdistanê, gundên Dola Alanê ya Hacî Omeran û zozanên devera Sîdekan topbaran kirin û di encam de 4 hemwelatiyên sivîl birîndar ketin û hemwelatiyên deverê jî aware bûn, û zirarên zêde jî gehîştim akinciyên deverê.

Em bi tundî îdaneya vê êrîşa Komara Îslamî dikin û liser vê baweriyê ne ku, êrîşa ser hemwelatiyên sivîl li jêr her navekî, ku ji aliyê Komara îslamî û dewleta Turkiyê rojane tên encamdan, tawanekî mezin e, hevdem îdaneya bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî ên Başûrê Kurdistanê dikin ku heya niha tu helwêstek ji xwe nîşan nedane li hemberê vê tawana Komara îslamî ya Îranê û dewleta Turkiyê.

Korbenda nerazîbûnên Kurdistanê