Kurdistanmedia: Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Holanda, derbarê 29mîn salvegera kîmyabarankirina bajarê Serdeşt ê Kurdistana Rojhilat daxuyaniyek çapemeniyê belav kir.
Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:
29 salan berî niha, di 7ê Pûşpera 1359an a Rojî, di şerê Îran û Iraqê de, balafirên şer ên dewleta berê ya Iraqê, bajarê Serdeşt û derdorê bi bombeyên kîmyayî dane ber hêrîşa xwe.
Di encama vê kirara dijî mirovî de hejmareke berçav ji keç û xortên netewa kurd jiyana xwe ji dest dan û birîndar û malwêran bûn û herwiha xesarên mezin gihan xweza û canliberên deverê û piştî 29 salan ji derbasbûna vê bûyerê, hêj rûniştevanên Serdeşt bi bandora wan çekên kîmyayî dinalin.
Eva ku cihê nigeraniya netewa me ye, ev e ku bi sedema vê yekê ku Serdeşt bajarekî Kurdistanî ye, dewleta Komara Îslamî ya Îranê rê nedaye pirsa kîmyabarankirina wî bajarî bibe dozeke cîhanî û heta niha neketiye ber bala civaka navdewletî û bê lêpirsîn maye.
Di 29.mîn salvegera kîmyabarankirina bajarê Serdeştê de, em careke din bi navê Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Holanda, hevxemiya xwe ligel malbat û ke sû karên cangoriyên wî bajarî didin xuyakirin û em hêviya başbûnê bo birîndar û goriyên vê hêriş û kiryara dijî mirovî dixwazin.
Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Holanda