Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sîxorên Îranê di Behrêynê de, hukmên cur bi cur ên girtîgehê wergirtin

21:23 - 30 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Dadgeha Behrêynê hejmarek ji Şî’eyên wî welatî, bi tawana ajantiyê (sîxoriyê) ji bo Îranê bi hepsa heta-hetayî mehkûm kirin.

Li gora nûçegihaniyan, roja borî (29’ê Hezîranê) çavkaniyeke dadwerî a Behrêynê ragehand ku dadgehê 6 kes bi hepsa heta-hetayî, û du kes jî bi 15 salan girtîgehê mehkûm kirin, û herwisa mafê hevwelatîbûnê jî, ji wan Behrêyniyan hate standin.

Vê çavkaniyê ragehand ku dadgehê, ew kesane seba “endametiya wan di girûpên terorîstî, ragirtina çek û cebilxaneyan, û teqemeniyan, û dîtina dewreyên perwerdehiyê, tawanbar dane nasîn.

Behrêyn berdewam rejîma Îranê tawanbar dike bê vê ku, xelkê wî welatî li dijî deshilatdariyê tûj dike (han dide), lê rejîma Îranê serbarê vê ku di ragehanadinên xwe de, berdewam bas ji binpêkirina mafên mirovan ji aliyê dewleta Behrêynê ve dike, di heman demê de jî radigehîne ku ew destêwerdana di nava karûbarên wan de nakin.

Lê eva cara çendê ye, ku hinek kes bi tawana ajantiyê bo rejîma Îranê ji aliyê hêzên ewlekariya Behreynê ve têne girtin, û di dadgehê de, ajantiya ji bo rejîma Îranê piştrast dikin.